Piştî demeke dirêj tê plankirin Erdogan serdana Iraqê bike

Li Tirkiyê piştî serdanên xwe yên bo welatên Kendavê niha jî hewl tê dayîn Serokomarê vî welatî berê xwe bide Iraqê.
kurdistan24.net

Enqere (K24) – Li Tirkiyê piştî serdanên xwe yên bo welatên Kendavê niha jî hewl tê dayîn Serokomarê vî welatî berê xwe bide Iraqê. Şarezayên babetê dibêjin beriya serokomar şandeyeke berfireh ya Wezîrên Tirkiyê dê biçin Herêma Kurdistanê û Iraqê û mijarên girîng dê bên axaftin. Pispor jî di vê baweriyê de ne ku ev serdana Erdogan bo çareserkirina du mijaran pêk tê.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan piştî serdanên xwe yên bo Qetar, Îmarat û Erebîstana Siudî niha jî amadekarî tên kirin ku piştî heyameke dirêj Erdogan biçe Iraqê. Ev serdan di hevdîtina Balyozê Tirkiyê yê Bexdayê li gel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî de hate rojevê û biryar hatiye dayîn ku hefteya bê Serokomarê Tirkiyê Erdogan berê xwe bide Iraqê. Tê çaverêkirin Erdogan di vê serdanê mijara avê, hebûna PKKê, şandina petrola Kurdistanê, xurtkirina pêwendiyên aborî û bazirganiyê bi rayedrên Iraqê re binirxîne.

Pispor dibêjin şandeyeke berfireh ya Tirkiyê beriya serdana Serokomar Erdogan dê serdana Herêma Kurdstanê bikin û di gelek mijaran de dê hevdîtin bên kirin.

Koordînatorê Lêkolînên Iraqê yê Saziya ORSAMê Bîlgay Duman ji K24ê re diyar kir: “Bêguman pêwendiyên Tirkiyê li gel Herêma Kurdsitanê di asteke bilind de ne. Di demeke nêzîk de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Birêz Mesrûr Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî hatibûn Tirkiyê. Heta niha ne diyar e ku dê Serokomar Erdogan biçe Hewlêrê yan na. Lê belê beriya Serokomar dê Wezîrê Karên Derve û Wezîrê Darayî û Gencîne yê Tirkiyê biçin Hewlêr û Bexdayê û bi rayedarên her du aliyan re di warê enerjî, ewlehî, aborî û bazirganî de dê hevdîtin bên kirin.”

Pisporên Enerjiyê jî balê dikêşine ser neşandina petrola Kurdstanê û ziyana heta niha gihiştiye Tirkiyê diyar dikin ku dê ev serdan bo vê mijarê jî bibe çareseriyek.

Pisporê Enqerjiyê  Hasan Selîm Ozertem ji K24ê re diyar kir: “Beriya ku xeta petrolê bê girtin rojane 500 hezar bermîl pertola Herêma Kurdistanê li ser Xeta Ceyhanê dihate veguhestin. Niha rojane 40 milyon dolar ziyana Tirkiyê çêbûye û 4 meh in petrol nayê veguhestin. Heman demê de zirar û ziyan gihiştiye Bexda û Hewlêrê jî. Yek jî mijara sereke pirsgirêka avê ye û di navbera Enqere, Hewlêr û Bexdayê de tê plankirin rêyên çareseriyê bo van mijaran bên peydakirin.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dema serokwezîr bû di sala 2011an de serdana Iraq û Herêma Kurdstanê kiribû û bi vê serdanê bingeha pêwendiyên aborî, bazirgan û dîplomasiyê hatibûn avêtin.

Her wiha di sala 2019an de jî Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu serdana Kurdistan û Iraqê kiribû di vê serdanê de jî biryar hatibû dayîn qebareya bazirganiya navbera Enqere, Hewlêr û Bexdayê de bigehêje 20 milyar dolarî.