Li Diyarbekirê mîtînga rêzgirtina li Qurana Pîroz hat lidarxistin

Ji aliyê komele û saziyên Îslamî ve bêrêziya li hemberî Qurana pîroz bi mîtîngekê hat protestokirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê ji aliyê komele û saziyên Îslamî ve bêrêziya li hemberî Qurana pîroz bi mîtîngekê hat protestokirin. Beşdarên mîtîngê bang li hikûmetên Swêd û Danmarkê kirin ku ji Misilmanan lêborînê bixwazin û careke din rê nedin ku li hemberî Quran’ê bêrêzî bê kirin.

Li Diyarbekirê li Qada Îstasyonê bi hezaran welatî li ser banga Komeleya Evîndarên Pêxember û hin rêxsitinên Îslamî kombûn û bûyerên şewitandina kopiyeke Qûran’a pîroz yên li Swêd û Danmarkê protesto kirin. Rayedarên komeleyê gotin ku; Quran kitêba pîroz ya Misilmanan e lêbelê ew ji bo hemû mirovan hatiye rêkirin û bêrêziya li hemberî wê bêrêziya li hemû mirovan e.

Serokê Weqfa Evîndarên Pêxember Adnan Akgonul ji K24ê re ragihand: “Qurana pîroz ne bêxwedî ye. Misilman wê bernadin û bêxwedî nahêlin. Ji bo Quran’ê li meydanan in û dengê xwe bilind dikin. ji bo pêşîlêgirtina bêrêziya li hemberî Quran’ê çi ji destê me were em ê bikin.”

Kesên ku beşdarî mîtîngê bûn bi nivîs û pankartan bi kurdî, tirkî, erebî û îngilîzî bertekên xwe anîn zimên û helwestên bêrêziya li hemberî Qurana pîroz şermezar kirin. Siyasetmedarên Partiya Doza Azad (HUDA PAR) jî beşdarî mîtîngê bûn.  Gelek nûnerên rêxistinên Misilmanan cîhanê bi peyamên dengî piştgiriya çalakiyê kirin. Beşdarên mîtîngê gotin ku; ew ne tenê li Qur’anê xwedî derdikevin; ew qebûl nakin ku ti kes bêrêziyê li hemberî kitêbên din ên pîroz jî bikin.

Welatiyê bi navê Ezedîn Çîmen ji K24ê re diyar kir: “Em Misilman li hemberî şewitandina Quranê derketine meydanê. Bila dinya me bibîne.”

Her wiha welatiyê bi navê Musab Durmazer got: “Ev qelebalix ji bo hemû cîhanê peyameke gelek mihûm e. Ji berk u Quran ji bo hemû dinyayê peyameke mezin e. Divê em Misilman Qurana xwe biparêzin.”

Welatiya bi navê Eyşe Xanim jî diyar kir: “Em ji bo Quranê hatine vir. Em dibêjin bila Quran’a me neşewitînin û bila Misilmantî her berdewam bike. Em Misilman in, em nimêjên xwe dikin, em di rêya Xwedê de diçin.”

Sakîne Xanim jî got: “Quran dawî kitêb e û gelek ezîz e û gelek xweş e û ji bo me Misilmanan e.”

Rayedarên sazî û komeleyên Îslamî dibêjin; Îslam ola aşitî û xweşbîniyê ye û Misilman jî referansa xwe ya jiyanê ji Quranê digirin û divê rê li bêriziyên li hemberî Qurana pîroz bêne girtin.

Bi hezaran Misilman bang li hikûmetên wan welatên ku lê bêriziya li hemberî Qurana pîroz tê kirin dikin û dibêjin; Quran, kitaba pîroz a bi milyaran Misilman e û lazim e ew kesên ku bêrêzî li hemberî Quranê kirine ji Misilmanan lêborînê bixwazin.