PAK û TEVGER yekîtiya xwe ragihandin

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER) biryara yekitiyê ragihandin.

Diyarbekir (K24) - Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER) biryara yekitiyê ragihandin. Li gorî ragihandina rayedarên her du aliyan; li Bakurê Kurdistanê pêwîstî bi wê yekê heye ku hemû partî, tevger, rêxistin, grûp û kesayetên ku bername, nêrînên wan ên siyasî, nêrînên wan ên di derbarê şiklê xebatê û rêxistinî de wek hev in, nêzî hev in, yekitiya xwe ya siyasî û rêxistinî pêk bînin.

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin ku ew hêzên xwe dikin yek û dê êdî bi hev re têkoşîna xwe ya siyasî bimeşînin. Ji aliyê PAK û TEVGER’ê ve ev daxuyanî hat ragihandin: “Em wek TDK-TEVGER û PAK, bi geşbûn û bi  dilxweşî dixwazin gelê xwe agahdar bikin ku me biryar daye emê di nav yek partiyê de yekitiya xwe ya rêxistinî û siyasî pêk bînin.

TDK-TEVGER û PAK di îlona 2023yê da wê kongreya xwe ya yekitiyê li dar bixin û wê wek partiyeke nû di qada siyasî ya doza azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê da xebatên xwe bimeşînin. TDK-TEVGER û PAK ji bo rêlibervekirin û amadekariya yekîtiyeke siyasî û rêxistiniyê ev li derdora salekê ye ku di nav diyalog û xebateke berfireh de ne.

Piştî civîn û  xebatên hevbeş, deklerasyona siyasî ya hevbeş û reşnivîsa bernamayê û raporên xebatê yên  ku ji aliyên komîsyona  hevbeş a TDK-TEVGERê û PAKê ve hatibûn amadekirin, bi endam û piştgirên PAK û TEVGERê re hatin parve kirin. Endam û piştgirên  PAK û TEVGERê li gel nerîn, nirxandin û pêşniyariyên xwe yên çêker, xabata yekîtiya siyasî û rêxistinî pesinandin û piştgiriyek girîng dane pêvajoya yekîtiyê.

TDK-TEVGER û PAK a  ku dê bi hev re partiyeke nû ava bikin, xwe bi tu rêxistin û kevneşopiyên siyasî ve pênase nakin; ew xwe berdewamiya doza azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê dibînin. Herweha; ew xwe berdewamiya hemû têkoşîn, xebat, ked û nirxên milî, demokratîk, niştimanî yên Kurdistanê dibînin.

Bi vê hişmendiyê û bi vê baweriyê, TDK-TEVGER û PAK dibêjin li Bakurê Kurdistanê pêwîstî bi wê yekê heye ku, hemû partî, tevger, rêxistin, grûp û kesayetên ku bername, nêrînên wan ên siyasî, nêrînên wan ên di derbarê şiklê xebatê û rêxistinî de wek hev in, nêzî hev in, yekitiya xwe ya  siyasî û rêxistinî pêk bînin. Yekitiya TDK-TEVGERê û PAKê jî berhem û nîşana vê hişmendiyê ye û beşeke bicîhanîna vê pêwîstiyê ye.

Avakirina partiyeke bi vî rengî, helbete ku pêwîstiya hevkarî û tifaqên neteweyî, demokratîk ji holê ranake. Hevkarî û tifaqên neteweyî, demokratîk yên li ser prensîbên neteweyî, kurdistanî bêne ava kirin pêwîstî û wazîfeyeke me ya sereke ya milî ye. Lê aşkereye ku li Bakurê Kurdistanê partiyeke xurt, girseyî, milî, demokrat, azadîxwaz, kurdistanî dê di avakirin, birevebirin û berdewamiya platform, hevkarî, tifaq û bi hev re xebatên hevbeş yên milî, demokratîk jî bibe bingehekî esasî.

Bêgûman, pêwîstiya yekitiya siyasî û rêxistinî ya partî, tevger, rêxistin, grûp û kesayetên milî, demokrat, azadîxwaz, kurdistanî yên ku bername û nêrînên wan ên siyasî wek hev in, nêzî hev in, bi yekitiya TDK-TEVGERê û PAKê bi dawî nayê. Partiya ku dê bi yekitiya TDK-TEVGER û PAKê bê ava kirin jî di her qonaxê de amade ye ku bi partî, tevger, rêxistin, grûbên wek wê, nêzî wê ra yekitiya siyasî û rêxistinî pêk bîne.

Bi vê hişmendiyê, em wek TDK-TEVGER û PAK bangî hemû siyasetmedar, derdor, rewşenbîr û welatparêzên kurdistanî yên wek me, nêzî me difikirin dikin ku ji derveyî vê pêvajoya yekîtiya siyasî û rêxistinî ya ji bo avakirina partiyek nû ya neteweyî, demokratîk, azadîxwaz, kurdistanî, meşrû, legal û girseyî nemînin; bi beşdarî, helwest, daxwaz û pêşniyarên xwe avakirina partiyek weha berfirehtir û dewlemendtir bikin. Werin em bi hev re ji bo xurtkirin û geşkirina tevgera rizgarîxwaziya neteweyî û demokratîk û serketina armancên nîhayî vê gava dîrokî bavêjin.”