Li Konyayê bi hêza 5 pile erdhej rûda

Li navçeya Selçukê ya ser bi parêzgeha Konyayê ya Tirkiyê di demjimêr 18.06 xulekan de bi hêza 5 pile erdhej rûda.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Selçukê ya ser bi parêzgeha Konyayê ya Tirkiyê di demjimêr 18.06 xulekan de bi hêza 5 pile erdhej rûda.

Li gorî agahiya Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyê (AFAD), li navçeya Selçukê ya bajarê Konyayê yê Tirkiyê di demjimêr 18.06 xulekan de bi hêza 5 pile û 7,24 kîlomêtreyan di binê erdê de erdhej rûda.

Piştî erdhejê li ser hesabê Twitterê yê Parêzgariya Konyayê daxuyanî hat dayîn û hat eşkerekirin: "Li navçeya me ya Selçukê di demjimêr 18.06 xulekan de bi mezinahiya 5,0 pileyan erdhej çêbû, heta niha ti agahiyên neyînî tune ne."