Li Erziromê bi pileya 4,1 erd hejiya

Li navçeya Narmanê ya ser bi parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 4,1 rû da.

Navenda Nûçeyan (K24) -  Li navçeya Narmanê ya ser bi parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 4,1 rû da.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li navçeya Narmanê ya ser bi parêzgeha Erziromê, bi hêza 4 pile erdhej qewimî.

AFADê diyar kir ku erdhej di demjimêr 21:37 xulekan de û 9.56 kîlometre di bin erdê de rûdaye.

Îro li navçeya Selçukê ya ser bi parêzgeha Konyayê ya Tirkiyê jî di demjimêr 18.06 xulekan de bi hêza 5 pile erdhej rûda.

Li gorî agahiya Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD), li navçeya Selçukê ya bajarê Konyayê yê Tirkiyê di demjimêr 18.06 xulekan de bi hêza 5 pile û 7,24 kîlometre di binê erdê de erdhej rûda.