Li Meletiyê erdhejek bi hêza 4 pileyan rû da

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Meletiyê ku yek ji bajarên navçeya erdhejê ye, bi hêza 4.3 pileyan li gorî pîvera Richterê erdhêjek rû da.

Li gor ragihandina Rêveberiya Rewşa Awarte û Karesatê (AFAD) li bajarokê Şîroyê yê ser bi Meletiyê ve, îro danê sibe demjimêr 07.56 erd hejiya.

Hat ragihandin, hêza erdhejê 4.3 ye û 7.04 kîlomtre di bin erdê de rû daye.

Meletî yek navçeyên erdhejê ye û li wî bajarî zêdetir hezar kesî canê xwe jidest dabûn û zêdetir 10 hezar kes jî birîndar bûbûn.