Li Dîlokê şerê du malbatan: Kuştî û birîndar hene

Li navçeya Şahînbeyê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê kesekî ku hewl dida rê li ber şerê di navbera 2 malbatan de bigire, bi kêrê hat kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li navçeya Şahînbeyê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê kesekî ku hewl dida rê li ber şerê di navbera 2 malbatan de bigire, bi kêrê hat kuştin. Her wiha di bûyerê de 4 kes jî birîndar bûn.

Şeva borî li taxa Yeşîlkentê ya navçeya Şahînbeyê ya Dîlokê di navbera 2 malbatên xizmên hev de şer derket.

Cîranê her du malbatan Kerîm Şenturkê ku dema hewl dida rê li ber şerê di navbera malbatan de bigire û wan ji hev veqetîne, bi kêrê hat  birîndarkirin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û Şenturk birin Nexweşxaneya Abdulkadîr Yuksel a Dewletê ya Şahînbeyê.

Kerîm Şenturk tevî hemû hewldanên bijîşkan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Xizmên Kerîm Şenturk û her du malbatên ku şer kirin, piştî bûyerê çûn nexweşxaneyê û di navbera wan û tîmên tenduristiyê de alozî derket.

Li nexweşxaneyê tedbîrên ewlehiyê hatin wergirtin û nexweşxane ji ber aloziyê 3 demjimêran xizmeta tenduristiyê neda welatiyan.

Hat ragihandin ku kesê bi navê Îrfan P. yê di şer de bi kêrê bûye sedema mirina Kerîm Şenturk û birayê wî Selçuk P. hatine desteserkirin.