AK Partî dest bi xebatên hilbijartinêN şaredariyê kir

kurdistan24.net

Enqere (K24) – Di siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de partiya Deshilatdar AK Partî ya ku hilbijartinên giştî û ya Serokkomariyê de hember muxalefetê bi ser ket, niha xwe bo hilbijartinên şaredariyê amade dike. Rayedarên Ak partiyê dibêjin bi her awayî ew amadene bo hilbijartina şaredariyê ya 2024an û tenê armanceke wan heye. Şirovekerên siyasî jî hilbijartina şaredariyê bo deshilat û muxalefetê wek ezmûekê dibînin.

Li Tirkiyê Di heyama ku di nava muxalefetê de alozî û nîqaşên li ser hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê didomin û daxuyanî tên dayîn ku her partiyeke muxalîf dê bi tena sere xwe bikeve hilbijartinên şaredariyê yên sala 2024an,  partiya dehilatdar AK partî ji bo ku di hilbijartinên şaredariyê yên adara 2024an de rêjeya dengê xwe û hejmara şaredariyên xwe zêde bike dest bi xebatên xwe kiriye. Serokkomarê Tirkiyê û heman deme de serokê giştî yê AK partiyê Recep Tayîp Erdogan jîtelîmat daye partiyê ku heta hilbijartinê her li qadê bin. Rayedarên AK partiyê dibêjin ku tevî kêmasiyên heyî wan amadekariyên xwe bi dawî kirine û tenê armanceke wan heye.

Kordînatorê Giştî yên Rêxistinên AK Partiyê Zîver Ozdemîr ji K24ê re got: “Hilbijartina 2019an de ew bajarên mezin Stenbol, Enqere, Adana, Mêrsîn, Antalya di hilbijartinên da em dixwazin ku careke din bistînin. Bi namzedên xwe dixwazin verbigrin. 2019an de CHPê Stenbol Me stand em dixwazin careke din Ak partî vê xismetê berdewam bike. Armanca me ya yekemin ev e.”

şirovekarên siyasî jî balê dikşînin ser arîşe û kêşeyên li pêşiya deshilat û muxalefetê dibêjin hilbijartina 2024an bo her dua liyan jî ezmûneke mezin e.

Şirovekarê siyasî Prof. Dr. Tevfîk Erdem dibêje: “Niha her çiqas di nava muxalefetê de kêşeyên mezin hebin jî, li pêşiya deshilatê jî beriya hilbijartina şaredariyê qeyraneke mezin ya aborî heye û qeyrana aborî bi awayekî ciddî bandor li ser welatiyan kiriye. Ber vê çendê dijî deshilatê nerazîbûneke mezin heye û karê deshilatê ji ya muxalefetê zehmettire. Hilbijartina şaredariyê bo deshilat û muxalefetê ezmûneke mezin e. Bila tu alî xwe bawer nebin ku dê biser bikevin.”

Di hilbijartinên 2019an yê şardedariyê de AK partîyê 15jê bajarên mezin 39 bajar û bi giştî 742 şaredarî bi dest xistibûn û tevahiya muxalefeta vî welatî jî 647 şaredarî bi dest xistibûn.

Di hilbijartina 2019an de bi piştevaniya Kurdan muxalefeta Tirkiyê bi serokatiya CHPê di serî de bajarên mezin yên wek Enqere û Stenbol bi giştî 9 şaredariyên bajarên mezin ji AK Partiyê vergirtibûn. Lê Pispor amaje dikin vê carê ger Kurd li her derî bi namzedên xwe bikevin hilbijartinê dê muxalefet nikaribe bajarên mezin werbigre.