Nivîskar Birahîm Qasim pirtûkek li ser “Qonax û Rêbazên Wêjeya Kurdî” amade kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîskar, helbestvan û lêkolînerê ji Rojavayê Kurdistanê Birahîm Qasim pirtûka lêkolînê ya bi navê “Qonax û Rêbazên Wêjeya Kurdî – Vekolîn û Helbest” amade kir.

Pirtûka “Qonax û Rêbazên Wêjeya Kurdî – Vekolîn û Helbest” ji 160 rûpelan e. Lêvegera rênivîsê, nivîskar Gulistan Awaz kiriye. Dîzayna bergê, Alan Pêwend daniye û ji aliyê Pirtûkxaneya Bedirxaniyan li Duhok ve hatiye çapkirin.

Derbarê vê lêkolînê de nivîskar Birahîm Qasim ji K24ê re got: “Ev pirtûk ji gelek jêderan hatiye nivîsandin, ew bixwe jî li siberojê ji bo xwendekaran re dê bibe lêvegerek û jêdereke girîng. Pirtûk ji çend beşên sereke pêk tê, ji wan: Dîrok û Rêbazên Wêjeya Kurdî, Bandora Misilmaniyê li Ser Ziman û Wêjeya Kurdî, Helbesta Klasîk a Kurdî û Destpêka Nivîsandinê, Helbesta Kurdî ji Destpêka Çerxê Bîstan.”

Nivêskar û lêkolîner Brahîm Qasim bal kişande ser wê yekê: “Beşê yekem, hem dîrok e û hem jî rêbazên edebiyata cîhanî ye. Mebest ji vê babetê, têgihiştin û naskirina cureyên Doktrîna Wêjeyî ye.”

Her wiha got jî: “Beşê herî girîng di pirtûkê de, dîroka wêjeya kurdî û bi taybetî dûvçûna dem û bûyerên helbesta kurdî û rêbazên wê ne. Wêjeya kurdî wek hemû edebiyatên cîhanê taybetmendiyeke xwe heye. Ew vedigere dîroka wêjeya kurdî, belkî belgeyên nivîskî rasterast li ber destên kurdan ji berî hezarsalan kêm bin ango pir hindik bin, ew jî vedigere têkçûn û hilweşandin, dizîn û şewitandina pirtûkxaneyên dewlet û împratoriyên kurdî wek (Somerî, Horî, Kardoxî, Mîdî, Sasanî HWD), ji aliyê dagirkerên welatê Kurdan ve. Tiştên jê mane, di bîranîn û şûnwaran de man, ji nifşekî ta nifşekî bihtirî wê edebeke devokî ma, loma edeba kurdî ya devokî li asta herêmî û belkî li seranserî cîhanê bi taybetî di çîrok û stranan, helbest û romanan de zengîntirîn edeb bû.”

Herwiha lêkolîner Birahîm Qasim li ser berhema xwe ya nû got: “Beşê dîtir, bandora li wêjeya Kurdî hatiye kirin e:  Ji sedsala heftemîn piştî Misilmanan welatê Kurdan di navbera 633 û 654an dagir kirin, ola Êzdiyatiyê û hem Zeredeştiyê kêm kirin. Ji encama rêjîmeke dagirker û bi awayên tundûtûjiya navber û veguhestinên bi zorê dest pê kir, perestgehên agir wêran kirin, pirtûk û pirtûkxaneyên ola Êzdiyatî şewitandin.”    

Destnîşan kir jî: “Di wêjeya devokî ya kurdî de pir çîrok, efsane û romanên tiracîdî nehatine jibîrkirin û her bi demê re hatine gotin, loma em dibêjin, edebiyata kurdî xweragir ma, her wisa bandora xwe li edebiyata ji bilî Kurdan jî kiriye.”

Nivîskar Birahîm Qasim diyar kir jî, di beşeke din a pirtûka “Qonax û Rêbazên Wêjeya Kurdî – Vekolîn û Helbest” de, helbesta kurdî ji destpêka çerxê bîstan û rêbazê wê rave kiriye.

Birahîm Qasim nivîskar û helbestvanekî kurd e. Sala 1961ê li gundê Hemze Begê yê herêma Dêrika Hemko jidayik bûye. Endamê Desteya Rêveber a Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya û endamê Desteya Sernivîser a Kovara Pênûsa Azad e.

Ji berhemên din ên nivîskar Birahîm Qasim:

- Şîn û Zayîn-Helbest çapa Şamê 1991

- Fîxan – Helbest çapa Dêrika Hemko 2005

- Vekolîn – Vekolîneke lezgîn di tore û wêjeya Kurdî de çapa Dirika Hemko sala 2012

- Vekolîn – Ciwaniya Helbesta Kurdî- çapa Hesekê sala 2017 an de

- Azariya Dêmên Mehweşîn –Helbest- çapa Qamişlo sala 2018 an de