Li Meletiyê bi hêza 5.3 pile erdhej rûda

Li navçeya Yeşîlyurt ya ser bi parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 5.3 rûda.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li navçeya Yeşîlyurt ya ser bi parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 5.3 rûda.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li navçeya Yeşîlyurt ya ser bi parêzgeha Meletiyê, bi hêza 5.3 pile erdhej qewimî.

AFADê herwiha diyar kir ku erdhej di demjimêr 20:48 xulekan de û 7 kîlometre di bin erdê de rûdaye.

Îro li navçeya Hênê ya ser bi parêzgeha Diyarbekirê jî bi hêza 4,2 pile erdhej rûdabû.

Li gorî agahiyên Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyê (AFAD), li navçeya Hênê ya ser bi parêzgeha Diyarbekirê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4,2 pile erdhej rûda.

AFADê diyar kir ku erdhej di demjimêr 15:25 xulekan de û 16.81 kîlometre di bin erdê de rûdaye.