Li Hesekê 2 endamên asayişê di teqînekê de birîndar bûn

Arşîv
Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) di encama teqîna bombeyekê de li Hesekê birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniyekê de ragihand,duhî êvarî 12'ê Tebaxê li ser rêya di navbera bajarê Hesekê û bajarokê Holê de, bombeyek pê de teqiya.

Diyar kir jî, di encama teqînê de 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn û ji bo nexweşxaneya meydanî yê bajarê Hesekê re hatin veguhestin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Dezgeha Ewlekariya Giştî dest bi lêpirsîn û lêkolînên pêwîst derbarê vê teqînê de kir.