Zekeriya Yapicioglu: Em ê endamtiya Swêdê ya NATOyê asteng bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) radigihîne, da ku projeyasaya endamtiya Swêdê bo NATOyê ji Parlamentoya Tirkiyê derbas nebe, çi destê wan bê dê bikin.

Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu di kongireya partiya xwe ya şaxa bajarokê Pendîkê yê Stenbolê de axivî û rexne li siyaseta hikûmeta Tirkiyê ya di derheqê endamtiya Swêdê bo NATOyê de girt û da zanîn ku, ew ê li parlamentoyê bi hemû hewlên xwe ji projeyasaya endamtiya Swêdê re bibin asteng.

Yapicioglu got: “Derbarê êrîşên li dijî Quranê de divê berpirsyariya kesên ku dewletê îdare dikin. bi weşandina peyama şermezarkirinê re sînordar nemîne."

Ev demek e ku şewitandina pirtûka pîroz a Misilmanan li Swêd û Danîmarkê bûye cîhê nerazîbûnan û bêrêziya li hemberî Qurana pîroz tê şermrzarkirin.