Nûnerê ENKSê di Îtîlafê de li Cindirêsê bi malbata şehîdên şeva Newrozê re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê ENKSê di Hevbendiya Hêzên Şoreşê û Opozîsyona Sûriyê (Îtîlafê) de Dr. Ebdulhekîm Beşar li bajarokê Cindirêsê serdana malbata şehîdên şeva Newrozê kir û guhdariya êş, azar û daxwazên wan kir.

Dr. Ebdulhekîm Beşar ku di heman demê de Cîgirê Serokê Îtîlafê ye ji duhî ve serdana Efrînê kiriye, îro 15ê Tebaxa 2023an serdana malbata Pêşmerg ê ku di şeva Newroza 2023an de 4 kurên wan ji aliyê grûpeke ser bi Ceyş El-Şerqiyê ve hatibûn şehîdkirin, kir.

Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê li Efrînê Horo Osman ji K24ê re got: “Dr. Ebdulhekîm Beşar îro serdana malbata şehîdên Newrozê yên Cindirêsê kir, sersaxî li malbatê kir û guhdariya êş û daxwazên wan kir.”

Da zanîn jî, “Dr. Ebdulhekîm Beşar di hevdîtina bi malbata şehîdan re behsa rewşa Efrînê û binpêkirinên ku li Efrînê û gundewarê wê dibin kir ku ew di civînên bi aliyên pêwendîdar ên bi dosyeya Sûriyê re, hewla danîna sînorekê ji van binpêkirinan re dide.”

Li bajarokê Cindirêsê di êvara Newroza 2023an de, çekdarên grûpa Ceyş El-Şerqiye êrîşî ser malbata Pêşmerg a Kurd kirin û ji ber ku wan agirê Newrozê vêxistibûn gule reşandin û (3 bira û biraziyekî wan) şehîd kirin, ku niha 4 kes girtî ne. Lê heta niha ti daxuyanî yan zanyarî li ser doseyaya dadgehkirina tohmatbaran nehatine dayîn.

Tevî derbasbûna nêzîkî 6 mehan li ser komkujiyê re, heta niha kesên tohmetbar nehatine darizandin û cezakirin. Malbata şehîdan jî dixwaz dikin ku tawanbar li dadgeheke navdewletî bên darizandin, ji ber ku baweriya wan bi dadgehên herêmê nayê.