Spanya bo cara yekem Kûpaya Cîhanê ya ya FIFA 2023 a Jinan bidest dixe

Navenda Nûçeyan (K24) – Spanya bo cara yekem di dîroka xwe de, Kûpaya Cîhanî ya FIFA ya Jinan li ser hesabê Îngiltirayê bidest xist.

Duhî Yekşemê, li Avusturalya hilbijardeya Spanya ya Jinan û hilbijardeya Ingiltirayê di fînala Kûpaya Cîhanî ya FIFA de rûbirûyî hev bûn û Spanya bi encama (1 - 0) bi ser ket.

Gola serkeftinê ya Spanyayê ji aliyê lîstikvan Olga Carmona ve di xuleka (29) de hat tomarkirin.

Spanya di dîroka xwe de yekem car e Kûpaya Cîhanê ya Jinan bilind dike, lê Îngiltira ti carî Kûpaya Zêrîn hembêz nekiriye.

Ji aliyekî din ve, hilbijardeya Swêdê pileya sêyem a Kûpaya Cîhanî ya 2023 ya jinan bi dest xist, piştî ku bi encama (2 - 0) bi ser Awustralya ketibû.