Li Meletiyê bi hêza 5.0 erdhej rû da

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Rewşa Awarte û Karesatan (AFAD) ragihand, îro danê sibê demjimêr 08:35ê de li bajarokê Çirmikê yê Meletiyê erdhêjek bi hêza 5.0 rû da.

Hat ragihandin ku erdhej 7 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.

Li gor zanyariyên destpêkê heta niha çi ziyaneke canî nebûye.

Piştî erdhejên 6ê Sibatê li bajarê Meletiyê çendîn erdhejên ku hêza wan ji 5 pileyê zêdetir bûn, rû dabûn.