Saziyên zimanê Kurdî: Divê di werzê nû de hemû mafên ji bo Kurdî bêne bikaranîn

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji destpêkirina werzê nû yê perwerdehiyê re hefteyek maye û amadekariyên werzê nû jî dest pê kiriye.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji destpêkirina werzê nû yê perwerdehiyê re hefteyek maye û amadekariyên werzê nû jî dest pê kiriye. Aktivîstên zimanê Kurdî jî rewşa dawî ya zimanê Kurdî û giringiya perwerehiya zimanê Kurdî ji bo Kurdistan24ê nirxandin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di werzê nû yê perwerdehiya 2023-2024an de jî, mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî tenê wek dersa bijarde heye û Kurd ji maf û derfetên ku zarokên xwe bi Kurdî bidin perwerdekirin bêpar in. Lê kar û xebatên ku ji bo maf û derfetên Kurdî tên kirin jî berdewam dikin.

Çalakvan û rêveberên saiyên zimanê Kurdî, balê dikşînin ku mafê zarokên Kurdan e ku bi zimanê xwe perwerde bibin, lê hem derfetên fermî û hem jî mafên zimanê Kurdî gelek qels in û divê êdî hemû alî xwe ji vê rewşê berpirs bibînin.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ji Kurdistan24ê re ragihand: “Ev meseleya ziman pirsekî mafên mirovî ye, pirseke kesayetî û hebûnê ye. Herkes dixwaze bi zimanê xwe perwerde bibe û Kurd jî dixwazin bi zimanê xwe perwerde bibin. Di vî warî de jî divê dewlet û saziyên dewletê jî û heta partiyên muxalefetê jî divê piçekî çalak bin. Hinek partî hene ku carina piştgiriyê didin, lê ne gelekî bi sistematik û bawerî li ser vê meseleye disekinin. Li aliyê din jî li parlamentoyê parlamenterên Kurd ku payîzê parlamento vebe dê biçin jî dvê çalak bibin. Ne ku tenê  pêşniyaran bidin û wisa bihêlin, divê bixwe jî bi Kurdî biaxivin.”

Rêvebirên saziyên ziman û çalakvanên zimanê Kurdî bal kişandin ku dersên bijarde yên Kurdî maf û derfeteke kêm e ku ji bo Kurdî hatiye nasîn û divê hemû Kurd bi baştirîn awayî wî mafî bikar bînin û daxwaza maf û deretên zêdetir yên zimanê xwe bikin. Dîsa bal tê kişandin ku divê derfetên perwerdehiya taybet jî Kurd baş bikar bînin.

Rêveberê HezKurdê Barij Celalî ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Kurd êdî dikarin dibîstanên xwe yên taybet ji dibîstana seretayî heta zaingehan, mufredatên wan jî bi Kurdî ve bikin. Lê karsaz û dewlemendên me, kesên xwedan samanên me di vî warî de bi rastî piçek xemsar in. Divê kesên dewlemen, xwedî derfet û samanan yên Kurd jî destê xwe bixin biin kevir û mil bidin van xebatan.”

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hefteyekî bi şûn de werzê nû yê perdehiya îsal destpê dike. Çawa ku li dibistanan amadekarî tê kirin, li bajarên Tirkiye û Bakur jî hezkiriyên Kurdî amadekarî dikin ku di vî werzî de heta bikarin zarokên Kurd bigihînin Kurdî da ku bi zimanê xwe perwerde bibin û fêr bibin.