Efrîn.. Careke din êrîş li malbata şehîdên şeva Newrozê hate kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Careke din endamên grûpa Ceyş El-Şerqiye bi kêran li ciwanekî malbata 4 şehîdên Newrozê yên li Cindirêsê dan.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand, îro danê êvarê 26ê Tebaxê li bajarokê Cindirêsê, endamên ji grûpa Ceyş El-Şerqiye bi kêran li ciwanê 19 salî Nezmî Eşref Osman dan.

Da zanîn jî, di encama lêdanê de, Nezmî Eşref Osman birîndar bû û ji bo nexweşxaneya hat veguhastin.

Rêxistina Mafên Mirovan destnîşan kir, malbata Pêşmerg bang li rêxistinên mirovî û yasayî herwiha bang li aliyên navdewletî dike ku sînorekî ji kiryarên Artêşa Şerqiyê deynin.

Ev ne cara yekem e ku ev grûpê êrîşî vî ciwanê 19 salî dike, pêştir roja 23ê Tîrmehê borî grûpeke çekdar ji Ceyş El-Şerqiye bi awayekî hovane li Nezmî Eşref Osman dabûn û bi otombîla leşkerî di ser destê wî re derbas bûbûn. Di encama lêdanê de, Nezmî Eşref Osman bi giranî birîndar bû û her du destê hatin şikestin ku ji bo nexweşxaneya gundê Etmê yê ser bi Idlibê ve hatibû veguhastin.

Li bajarokê Cindirêsê di êvara Newroza 2023an de, çekdarên grûpa Ceyş El-Şerqiye êrîşî ser malbata Pêşmerg a Kurd kirin û ji ber ku wan agirê   Newrozê vêxistibûn gule reşandin û (3 bira û biraziyekî wan) şehîd kirin, ku niha çend êrîşker ji wê grûpê girtî ne.

Piştî vê tawana hovane jî, karvedanên tund, nerazîbûn û xwepêşandanên berfireh li ser asta navxwe û derve derketin, tê de xwepêşanderan ev komkujî şermezar kirin, daxwaza dadgehkirina tawanbaran li dadgeheke navdewletî kirin, her wiha daxwaza derketina çekdaran ji nava gund û bajaran kirin û rêveberiya herêma Efrînê bo xelkê herêmê yê resen bê radestkirin.