5 şervanên HSDê li gundewarê Dêrazorê hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – HSDê aşkera kir ku di operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê de” li gundewarê Dêrazorê 5 şervanên Hêzên El Şemal a Demokratîk a ser bi HSDê ve hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de aşkera kir, di operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” de ya ku HSDê li dijî çeteyên DAIŞê û sûcdaran li gundewarê Dêrazorê dest pê kiriye, 5 şervanên Hêzên El Şemal a Demokratîk hatine kuştin.

HSDê ji roja 27ê Tebaxê ve li herêmên rojhilat û bakurê Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞê û qaçaxciyên madeyên hişbir, dest bi operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” kiriyê.

Li gorî daxuyaniya HSDê, ev operasyon li ser bangewaziya rûspiyên herêmê hatiye, piştî zêdebûna tevgera şaneyên DAIŞ`ê, qaçaxî û binpêkirina mafên welatiyan û ewlehiya giştî dest pê kiriye.

Ev operasyona HSDê bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî birêve diçe û gelek pêkhateyên ser bi HSDê ve tê de beşdar in.