93 rêxistinên li Diyarbekirê: Divê Girtîgeha Diyarbekirê bibe muzexane

Platforma Parastin û Bipêşxistina Nirx û Dîroka Bajarê Diyarbekirê ku ji 93 rêxistinan pêk tê bi daxuyaniyeke hevpar daxwaz kir ku Girtîgeha Leşkerî ya 5 Nolû bibe muzexane.
Girtîgeha Diyarbekirê
Girtîgeha Diyarbekirê

Diyarbekir (K24) - Platforma Parastin û Bipêşxistina Nirx û Dîroka Bajarê Diyarbekirê ku ji 93 rêxistinan pêk tê bi daxuyaniyeke hevpar daxwaz kir ku Girtîgeha Leşkerî ya 5 Nolû bibe muzexane û ji bo ku dubare nebe, ew hafiza neyê jibîrkirin.

Li ser navê platformê Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren ragihand ku ji platforma parastina bajarê Diyarbekirê ji saziyên sivîl, jûrên pişeyî û rêvebirên partiyên siyasî yên li bajarê Diyarbekirê pêktê û tevahî 93 rêxistin, heman daxwazê dikin.

Nahît Eren bal kişand ku girtîgeha 5 Nolû ya Leşkerî li Diyarbekirê di 4’ê Tîrmeha 1980’an de hatiye vekirin û li wê girtîgehê girantirîn tawanên li dijî mirovahiyê û binpêkirina mafên mirovî hatine kirin. Loma jî ew girtîgeha ku di 2022’an de hatiye girtin, divê ji bo bîrdanka gelê Kurd zindî bimîne û ew tawan neyên jibîrkirin û dibare nebin, ew daxwaz dikin ku girtîgeh bibe muzexaneya bîrdankê.

Hat daxuyandin ku ew trajedî, dijwarî û rûreşiyên ku li girtîgeha 5 Nolû hatine kirin, bi rêya pirtûk, medya û bernameyên gotebêjî ji bo raya giştî ya navxweyî û hemû cihanê hatiye ragihandin û divê ew hewldanên ku ji bo tawanên li dijî mirovahiyê dubare nebin bên berdewamkirin û girtîhgeh wek muzexane bê bikaranîn.