Serdana geştyaran bo Diyarbekirê zêde dibe

Germa hewayê ku îsal bi bandor bû, li ser geştiyariya Diyarbekirê jî bi neyînî bandor kiriye. Lê geştiyarkar radigihînin ku bi kêmbûyîna germa havînê re, bizavên geştiyarî jî zêde dibin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Germa hewayê ku îsal bi bandor bû, li ser geştiyariya Diyarbekirê jî bi neyînî bandor kiriye. Lê geştiyarkar radigihînin ku bi kêmbûyîna germa havînê re, bizavên geştiyarî jî zêde dibin û ew jî amade ne ku kerta geştiyarî li Diyarbekirê careke din zindî bikin.

Havîna îsal li Diyarbekirê bi tomarkirina pileyên germê yên di ser 50 dereceyan de derbas bû û yek ji kerta ku ji rewşa hewaya germ bandorê neyînî girtiye jî geştiyariya Diyarbekirê bû. Bal tê kişandin ku bajêrê Diyarbekirê di salên dawî de amadekariyên baş ji bo geştiyarî dikir û her carê jî hêjmara geştiyaran zêde dibû. Lê ewil rûdana karesata bumelerzê û dûvre jî germa havînê bûye sedem ku geştiyariya bajêr qels bibe.

Rêveberê Komeleya Danasîna Geştiyariya Diyarbekirê Edîp Paçal ji K24ê re diyar kir: “Bi rastî ji ber bûmelerzê û piştre jî germên zêde yên havînê, geştiyarî îsal lewaz bûbû, lê ev hefteyekiye bizavên geştiyarî her diçe zêde dibin û bi diyarbûyîna Mîhrîcana Rêya Çandî ya Diyarbekirê re jî em çaverê ne ku baştir bibe. Bajêrê me bi gelek aliyên xwe û taybetiyên xwe, hêjayî geşt û gere ye. Lê kerta geştiyarî jî, çewa ku bi tiştên motîvekirinê zêde dibe, bi sedemên nerênî jî kêm dibe. Em ji bo ku werzekî baş derbas bikin amade ne û bi dîrok, çand, şaristanî û gastronomiya bajêrê xwe çaverêne ku geştiyar bên em jî wan bi kêfxweşî bigerînin û bikin mêvan.”

Geştiyarên ku serdana bajêr kirine û digerin jî, radigihînin ku ew ji pêşwaziya welatiyan, ji ger ali şûnwarên cuda yên çandî û dîrokî û tam xwarinên bajêr kêfxweş geşta xwe berdewam dikin.

Geştiyar Cafer Serîn diyar kir: “Em bi malbat û hevalên xwe re ji Dêrsimê hatine, cara yekem e ku ez serdana Diyarbekirê dikim. Li aliyê me hênik bû, piştî ku germ şikestine em hatin ku li vê derê jî bigerin. Me serdana gelek ciyên cida kir, her yek xwedî balkêşiyeke cuda bû, me taştêyeke gelek xweş xwar. Heta niha dema me gelek xweş derbas dibe û emê geşta xwe bidominin.”

Geştiyar Asli Sayin jî got: “Em ji Îzmîrê ber bi bajarên rojhilat ve hatin. Em çûbûn Dêrsimê, îro ji Dêrsimê hatin Diyarbekirê. Me li vê derê kebaba cegerê xwar û gelek xweşbû. Cara yekembû ku min ceger xwar û tamake gelek xweşbû. Welatîyên vê derê jî bi germî pêşwaziya me dikin ew jî pir balkêş û baş e. Em lix an, mizgeft û malen dîrokî geriyan me qehweyekî vexwar û em niha berdewam digerin.”

Bajarê Diyarbekirê bi ciyên xwe yên dîrokî, bi çand, xweza û taybetiyên xwe yên cuda di serdemên dawî de bala geştiyaran dikişand. Lê bi taybet germa îsal li ser geştiiyarî û kerta geştiyarî bandorên neyînî kiriye. Geştiyarkar balê dikşînin ku ew di werzê nû de, amadene ku bi taybetmendiyên Diyarbekirê geştiyaran bigerînin û bikin mêvan.