Egîtîm-Sen li Diyarbekirê komxebata bandorên erdhejê lidar xist

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê (Egitim-Sen) a Diyarebkirê, bi beşdariya nivîskar, pispor û rêvebirên saziyên sivîl û jûrên pişeyî Komxebata Bandorên Bûmelerzan lidar dixe. Hat ragihandin mebesta komxebatê li ser amadekariyên rûdanên sirûştî çiqas hatine kirin û piştî bûmelerzê ji bo çareseriyan plansaziyên çewa pêwistin destnîşankirin û lêgerîna çareseriyan e.

Li Diyarbekirê di Komxebata ku ji aliyê Egîtîm- Senê ve hat lidarxistin de; bandorên bumelerzê ku li ser perwerdehiyê û perwerdekaran kiriye, kêmasiyên di plansaziyên bûmelerz û rûdanên sirûştî de derketine holê tên nirxandin û li ser plansaziyên ku çareseriyan peyda bikin gengeşî tên kirin.

Rêvebirên Egitim-Senê balê dikşînin ku werzê nû yê perwerdehiyê destpê dike, lê bi hezaran malbat hêj di çadir û konteyneran de jiyana xwe berdewam dikin û ji pirsgirêkên peydakirina ava paqij û xwe ji germê û sermayê parastinê heta nexweşînên şovbe ku dibe sedema mirina zarokan bi gelek pirsgirêkên bingehîn ve rûbirû ne. Bal tê kişandin ku rayedar jî van pirsgirêkan tomar û destnîşankirine, lê plansaziyeke çareseriyê xuya nake.

Endamê Lijneya Perwerdehiyê yê Egîtîm-Senê Yildirim Arslan ji K24ê re got: “Yanî ne tenê bandorên li ser derûniya xwendekaran, mamosteyan û civakê, bi taybet kêmasî çibûn, çi hat jiyandin, kêmasiya saz,yên me çibûn, kêmasiyên dewletê çi ne, divê çi bihatina kirin û nehatine kirin? Çima ew plansaziya heyî bes nekir û serûbin  bû, çima em di vê rewşê de ne? em dixwazin van pirsan bi awayekî vekirî nîqaş bikin. Em dixwazin ji îro pêve divê sazî, kesayet, mamoste û civak wê çi bikin balê bkişînin ser.”

Nivîskar, bijîşk û pisporên ku hem bi lêkolînên xwe, hem jî bi çavdêrî û ceribandinên xwe jêdaran bidestxistine jî ragihandin û balê kişandin ku erdhêj tiştekî sirûştiye û divê civak û mirov li gor wê xwe biguncinînin. Piştre jî ji zarokan re, jiyaneke bi rûdanên sirûştî re Hemaheng Fêrbikin.

Hevserokê Sendîqaya Kedkarên Saxlemiyê (Ses’ê) yê Diyarbekirê û Derûnînas Şiyar Guldîken dibêje: “Zarok demên erdehêj çêdibin û piştre; li mezinên xwe û mamosteyên xwe dinihêrin. Yanî li dayîk û bavên xwe an jî derdora xwe dinihêrin ka ew çi dikin? Ka ew çewa pêşwaziya wê rewşê dikin û çewa şîrove dikin?, çewa bertek nişan didin, çewa fêr dibin û hişmendiya wan çewa jinûve çê dibe? Di rastî de li wan dinihêrin û li encaman dinihêrin û ew jî li gor têgihîştina xwe ya zarokatî dixwazin fêm bibin.”

Sendîkaya perwerdekaran Egitim-Sen; bi pispor û nivîskar û rêvebirên saziyên sivîl re li Diyarbekirê li ser bandorên bûmelerzê yên li ser civakê û bi taybet jî lis er perwerdehiyê kirine mijar û li ser gengeşiyan dikin. Mebest jî vê komxebatê ew e ku hem amadekariyên bûmelerzê çima nehatine kirin û piştî erdhêjê jî çima bi plansaziyeke baş pêşengî û alîkariya civakê û xwendekaran nehatiye kirin e. Piştî komxebat 2 roj berdewam bike, dê rapora komxebatê ji bo raya giştî bê ragihandin.