HSD civîna bi berpirsên Amerîkî û eşîrên Dêrazorê bi “erênî” binav dike

HSD
HSD

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) civîna gel Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Fermandarê Operasyona “Ezim El Silib” a Hevpeymaniya Navdewletî û eşîrên Dêrazorê re bi erênî binav dike û dibêje, “HSD û eşîrên herêmê hevnêrîn in.”

Balyozxaneya Amerîkayê li Şamê duhî 3ê Îlonê li ser rûpela xwe ya “Facebook” ragihand, Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka Ethan A. Goldrich û Fermandarê Operasyona “Ezim El Silib” a Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê General Joel B. Vowell derbarê rewş û aloziyên li Dêrazorê de bi HSD, MSD û serokên eşîrên Dêrazorê civiyan.

Navenda Ragihandinê ya HSD`ê daxuyaniyek derbarê civînê de belav kir û tê de ragihand, “civîn bi armanca nîqaşkirina rewşa Dêrazorê û destêwerdanên derve tê de li dar ket, HSD`ê û eşîrên herêmê hevnêrîn bûn û di civînên berê de jî li ser xurtkirina ewlehî û aramiya herêmê lihev kirine.”

Diyar kir jî, li ser rewşa meydanî hêzên HSDê xebatên lêgerînê li bajarokê Bisêrayê û beşeke mezin a El Şihêl bi dawî kirin û ber bi dawîkirina van xebatan li bajarokê Zîban ve diçin.

HSDê da zanîn, kesê bi navê Îbrahîm El Hefel, serokê fitneyê ye û êdî ji aliyê hêzên wan ve tê xwestin, ji ber ku ew bû sedema rijandina xwîna şervan û xelkê û koçberkirina wan, herwiha ew sedema wêrankirina saziyên xizmetguzariyê û li gorî fermanên aliyên derve serkêşiya hewldanên derxistina fitneyê dike.

Tekezî li ser wê yekê jî kir. bi baldariya xelkê Dêrazorê û rûspiyên wê ev plana wan têk çû û ew Îbrahîm El Hefel û çekdarên ji rojavayê Firatê hatine anîne, efû nakin.