Amerîka li ser rewşa Dêrazor, Siweyda û Dera’ayê bi opozîsyona Sûriyê re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka Ethan Goldrich derbarê rewşa Dêrazor, Siweyda û Dera’ayê de, li Stenbolê bi serkirdeyên opozîsyona Sûriyê re civiya.

Balyozxaneya Amerîka li Şamê di daxuyaniyekê de ragihand, Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka Ethan Goldrich li Stenbolê bi serkirdeyên opozîsyona Sûriyê re civiya û geşedanên dawî yên li Dêr El-Zor, Suweyda û Dera’ayê gotûbêj kirin.

Di daxuyaniya de hat aşkerekirin, Goldrich piştevaniya Amerîka ji bo rola sereke ya opozîsyona Sûriyê di gihîştina bi çareseriyeke siyasî ya dadmend û berfireh li gor biryara 2254 ya Encûmena Asayişa Navdewletî piştrast kir.

Ev civîn di demekê de ye, Goldrich û Fermandarê Operasyona “Ezim El Silib” a Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê General Joel Vowell derbarê rewş û aloziyên li Dêrazorê de, duhî bi HSD, MSD û serokên eşîrên Dêrazorê civiyabûn.

Herwiha li parêzgeha Siwêyda ya li başûrê Sûriyê jî zêdetir ji 2 hefteyan e xwepêşandan li dijî xirabûna şert û mercên jiyanê û bilindbûna bihayên kelûpelan berdewam in ku tê de welatî diruşmên bo rûxandina desthilata Beşar Esed û cibicîkirina biryara navdewletî (2254) jî tên bilind dikin.