Li Meletiyê bi hêza 3.9 pile erdhej rû da

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) ragihand, li Meletiyê îro di demjimêr 07.30an de bi hêza 3.9 erdhejek rû da.

AFADê diyar kir, kûrahiya erdhejê 7 kîlometroyan bin erdê hat tomarkirin.

Li Meletiyê ku yek ji parêzgehên ku herî zêde ji erdheja 6ê Sibatê zirar dîtiye, gelek caran erdhejên biçûk çêdibin.