Pentagon bang li aliyên nakok li Dêrezorê dike ku şer rawestînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Rojnamevanî yê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) Pat Ryder daxwaz ji aliyên şerker ên li bakurê rojhilatê Sûriyê kir ku şer rawestînin û giringiyê bidin şerê li dijî DAIŞê.

Pat Ryder di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Amerîka ji nêzîk ve pêşhatên li bakurê rojhilatê Sûriyê dişopîne û hêzên wan li herêmê tekezî li ser şerê li dijî DAIŞê dikin û karê wan ligel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dê berdewam be.

Herwiha hişyarî ji dûrketina ji şerê li dijî DAIŞê da, ku dê bibe sedema nearamiyê û dê metirsiya vegera DAIŞê zêde bike.

Ji roja 27ê Tebaxa 2023an ve, ji encama girtina Fermandarê Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê Ebû Xewle ji aliyê HSDê ve, şer û alozî di navbera herdu aliyan de derketiye.

Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka Ethan A. Goldrich û Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê General Joel B. Vowell jî roja 3ê Îlonê bi HSD, MSD û serokên eşîrên Dêrazorê civiyan.

Li gorî daxuyaniyeke Balyozxaneya Amerîkayê li Şamê, di civînê de aliyan li ser çend mijaran lihev kirin, ji wan jî giringiya çareserkirina giliyên xelkê Dêrezorê, metirsiyên destêwerdana derve di rewşa Dêrezorê de, giringiya rawestandina şer di zûtirîn dem de û parastina sivîlan.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Goldrich û General Vowell tekezî li ser hevkariya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re di şerê li dijî DAIŞê de kirine.