Omêd Xoşnaw: Ronkirina pirekê li Nashville bi ala Kurdistanê, rêzgirtina li têkoşîna gelê Kurdistanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ku bi serdanekê li bajarê Nashville yê Amerîka ye, ji K24ê re ragihand, ronahîkirina pireke navdar li wî bajarî bi ala Kurdistanê, rêzgirtina li têkoşîna gelê Kurdistanê ye.

Parêzgarê Hewlêrê got: “Em vê pêngava rayedarên bajarê Nashville, pêşkêşî giyanê şehîdên ku di rojên derbasbûyî de li Kerkûkê ji bo ala Kurdistanê şehîd bûne, dikin.”

Xoşnaw got: “Giringîdana vî welatî û rêzgirtina wan li ezmûna Herêma Kurdistanê di demekê de ye ku em li bajarekî Kurdistanî û li welatê xwe li ser vê alê şehîd dibin, ev peyamek e ku şiroveyeke kûr bi xwe re tîne.”

Roja 5ê Îlona 2023an parêzgarê Hewlêrê ligel şandekê gihîşt bajarê Nashville yê Amerîkayê.

Li gor daxuyaniya parêzgariya Hewlêrê, armanca serdanê, pêşxistina pêwendiyan û îmzakirina peymana destxwişkiyê di navbera Hewlêr û Nashville de û pêkanîna çendîn hevdîtan ligel berpirsên payebilind ên wî welatî ye.”