PAK û TDK-TEVGER bi nav û bernameyeke nû dikevin qada siyasî

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê Kongreya Yekitiya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TEVGER) birêve diçe. PAK û TEVGER dixwazin bi nav û bernameyeke nû li Bakurê Kurdistanê siyaseta Kurd a neteweyî berfirehtir bikin û ji bo bidestanîna mafên Kurdên yên neteweyî çalaktir xebatên siyasî birêve bibin.

Li Diyarbekirê piştî hevdîtin û gotûbêjên sal û nîvê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK- TEVGER) biryara yekitiyê ragihandin. Kongre dê du roja berdewam bike. Ji çar aliyên Kurdistanê nûner û rêveberên gelek partî û rêxsistinan û welatî beşdarî kongreye bûn. Dîwarên salona kongreye bi wêne û nivîsên serok û rêberên Kurdan û nivîsên lêxwedîderketina remzên Kurdistanî hatin xemilandin. Siyasetmedarên PAK’ê dan zanîn ku; ew li Bakurê Kurdistanê ji bo Kurdan daxwaza statuyê dikin dibêjin; lêxwedîderketina statuya Herêma Kurdistanî jî erkê hemû Kurdan e.

Serokê Giştî PAK’ê Mustafa Ozçelîk ji K24ê re got: “Partiya me ya nû li ser du esasan tê avakirin; yek xurtkirin û berfirehtirkirina partiyê ye ya din jî sazkirina hevpeymana millî û demokratîk e. Em dixwazin wan aliyên millî û neteweyî û demokratîk hemûyan bikin bînin cem hev. Em daxwaza mafên milletê Kurd dikin. Daxwazên acîl, qebûlkirina miletê Kurd, nasname û zimanê Kurdî ne. Ev daxwazên hevbeş yên me bi milyonan Kurd in. Em dixwazin Kurdan li ser wan daxwazên acîl bînin cem hev û bibin bereyek.”

Di kongreyê de gelek siyasetmedar û rewşenbîran jî gotar pêşkêş kirin û gotin ku; di siyaseta Kurd ya li Bakurê Kurdistanê de valahiyek heye û divê ev valahî bi partiyeke neteweyî, demokratîk û girseyî bê dagirtin û bi rê û rêbazên demokratîk li mafên çarenûsa Kurdan bigere. Siyasetmedarên TDK-TEVGERê tînin zimên, da ku li Bakurê Kurdistanê baştir temsîliyeta siwana neteweyî ya Kurd bê kirin vê pêngavê diavêjin.

Peyvdarê TDK-TEVGER Cano Amedî dibêje: “Em dizanin îro li Bakurê Kurdistanê du xetên esasî hene; yek berbi Tirkiyeyê ve diçe, demokratîkbûna Tirkiye û Tirkiyeyîbûyînê esas digire. Xeta din jî ya Kurdistanî ye. Em dibêjin; em Kurd in, welatê me Kurdistan e. Mafê me heye ku em li ser axa xwe desthilatdar bin. Heger şirîkatiyek hebe divê bi vîna gelê Kurd be ne bi darê zorê be. Ji bo vê yekê em daxwaza mafên neteweyî yên Kurdan dikin.”

Piştî vê kongreye, dê 17ê Îlonê li Enqereyê kongreya PAK’ê birêve biçe û dê derbarê yekitiya PAK û TDK-TEVGER’ê de biryarên nû bêne ragihandin.