Nivîskar Nûjîn Qido yekem berhema xwe ya bi Kurdî derdixîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Romannivîs û çîroknivîsa Kurd a ji Rojavayê Kurdistanê Nûjîn Qido berhemeke nû ya komeçîrokan bi navê “Sê Rojên Mê” çap kir.

“Sê Rojên Mê” berhema yekem a nivîskar Nûjîn Qido ya bi zimanê Kurdî ye, ji 80 rûpelan e û di nava rûpelên xwe de bûyerên sê çîrokan hildigire. Tablo û dîzayna bergê, Mîran Ehmed daniye û ji aliyê Weşanxaneya Na ya Tirkiyê ve hatiye çapkirin.

Derbarê vê berhema xwe de nivîskar Nûjîn Qido ji K24ê re got: “Şê Rojên Mê balê dikişîne ser êş û azarên jina rojhilatî ya kurd di nava nakokiyên şer û rûxandinên mezin de dijî.”

Herwiha got: “Ev berhem xwe dispêre bûyerine rasteqîne ku di 2018'an de derbarê sê jinên bi temenên cuda de li Rojavayê Kurdistanê rû dane. Peyama berhemê ew e, ku neheqiyên civakê yên li hember jinê bi hemû alavan tên kirin, tîne ziman.”

Nûjîn Qido got jî: “Berhema min ya nû, hûrgilîyên jiyana her jinekê cuda pêşkêş dike, çi ji bîr û ramanan, ta xem û tirsên wan di dema şer de. Çîrokên ku rastiya jiyana rojane û metirsiyên li ser kesayetê û jîngehê rave dikin, vedibêje.”

Nûjîn Qido nivîskareke ciwan a ji bajarê Efrînê ye. Wê wêjeya Erebî li zanîngeha Helebê xwendiye, lê ji ber şert û mercên şer xwendina xwe neqedandiye. Nûjînê piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, di dawiya sala 2019an de koçî Ewropa kir û niha li Almanyayê dimîne.

Sê Rojên Mê, berhema Nûjîn Qido ya yekem a bi Kurdî ye. Wê pêştir di sala 2021ê de Romana “Çiqlek Li Ser Milê Leylanê” bi erebî derxistibû.