Saziyên sivîl: Divê hemû mafên zimanê Tirkî ji Kurdî re jî bê naskirin

Perwerdekar û nûnerên rêxistinên li Diyarbekirê, bi daxwazên mafên zimanê Kurdî û derfetên gihiştina perwerdehiyê xwepêşandanan lidar xistin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Tirkiye û Bakur, werzê sala 2023-2024’an bi giştî destpê kir. Rêvebirên saziyên sivîl partiyên siyasî û jûrên pişeyî, bal kişandin ku îsal jî werzê perwerdehiyê li Tirkiyê, bi gelek pirsgirêkan û ji derfet û binesaziyên gihiştina mafê perwerdehiyê dûr dest pê dike. Perwerdekar û nûnerên rêxistinên li Diyarbekirê, bi daxwazên mafên zimanê Kurdî û derfetên gihiştina perwerdehiyê xwepêşandanan lidar xistin.

Li Diyarbekirê bi mebesta daxwazên ji pergala perwerdehiyê ya li Tirkiyê; perwerdekar û rêvebirên rêxistinan xwepêşandan lidarxistin û daxuayniyan belavkirin. Sazî û partiyên ku li ber Peykerê Mafên Mirovan ê Diyarbekirê civiyan jî balê kişandin ku werzê îsal de jî bi milyonan zarokên Kurd, dê ji mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bêpar despê bikin.

Nûner û rêvebirên saziyên sivîl, balê kişandin ku dewlet her çiqas wek dersên bijarde Kurdî pejirandibe jî, helwesta ku tê nîşandan li berovajî wê qebûlê ne û divê wê helwesta xwe biguhêrê û wek zimanê Tirkî mafên zimanê Kurdî jî bi temamî garantî û dabîn bike.

Hevserokê Komeleya Çand û Ziman a Mezopotamyayê Rifat Ronî ji K24ê re diyar kir: “Daxwaza me ji rayedarên Tirkiyê ev e, madem ku di encama têkoşîna gelê Kurd de, gaveke dersa bijarde hatiye avêtin; bila demekî diyar bike û bibêje : ‘ezê salekî dersa bijarde bidim destpêkirin û heger ku eleqederî û hêjmara serîlêdanan zêde be, wê demê emê wek fermî jî bi zimanê Kurdî perwerdehiyê bidin’ wê demê dê bibînin ku bi milyonan zarokên Kurd çewa dersa Kurdî dibêjêrin, lê helwesta niha hêviyên welatiyan dişkêne û wan ji vê daxwazê sar dike.”

Siyasetmedarên Kurd jî dilnigariya xwe ji rewşa niha tînin ziman ku îsal jî zarokên Kurdan, nikarin bi zimanê xwe ji mafê perwerdebûnê  sûd werbigirin û bal tê kişandin ku divê hemû Kurd, di daxwaza ji bo Kurdî de bibin yekhelwest.

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Hayrettin Altun ji K24ê re ragihand: “Dema ku em bi gelê xwe re hevdîtin û danûsitendin dikin, tiştekî serekî aşkere dibe  û daxwazî ew e ku li Kurdistanê her sazî, rêxistin û siyaset di daxwazên ziman de yekhelwestbin û divê daxwazên xwe yên bi zimanê Kurdî perwerdehiyê û ferbûna zimanê Kurdî bi yekrêzî diyar bikin da ku em jî bidin dûv wan daxwazan.”

Werzê nû yê perwerdehiyê ji bo zarokên pêş dibîstanê, di 4’ê mehê de û di 11’ê Îlonê de jî li hemû dibîstanan destpêkiriye û zarok êdî dest bi çûyîna dibîstanan kirine. Lê îsal jî li Tirkiyê bakûr, pirsgirêka serekî di perwedehiyê de; hêj jî bi milyonan zarokên Kurdan nikarin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Ev rewş jî jî aliyê saziyên sivîl, partiyên siyasî, malbat û hemû civaka Kurd ve bi nerazîbûn tê pêşwazî kirin. Bal tê kişandin k udi sedsala 21 emînde divê hemû mafên kul i vî welatî ji bo Tirkî heye ji bo Kurdî jî bê naskirin.