Ji bo Diyarbkirê hişyariya lehî û bahozê tê dayîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêvebiriya Keşûhewayê ya heremî bi daxuyaniyekî ragihand, di 13’ê Îlonê de pêşbînî dikin ku li hewirdora bajarê Diyarbekirê baran bihêz bibare û bibe sedema lehîyan.

Herwiha hişyarî tê dayîn ku dê ba jî bihêz bibe û car caran dê bahoz jî çêbibin, loma divê welatî agahdar bin ku biber lehiyê nekevin û ji bahozê zirar nebînin.

Di hişyariyê de hatiye ragihandin, dibe ku ji ber metirsiya baran û bahozê li hin navçe û deveran çûnûhatin jî bê rawestandin.