Serokê Şaredariya Nashville: Îmzekirina rêkeftina destexwişkiya ligel Hewlêrê dibe sedema fermîbûna pêwendiyan

Serokê Şaredariya Nashville Freddie O'Connell
Serokê Şaredariya Nashville Freddie O'Connell

Hewlêr (K24) – Serokê Şaredariya Nashville Freddie O'Connell ragihand, Îmzekirina rêkeftina destexwişkiya ligel Hewlêrê dibe sedema fermîbûna pêwendiyên navbera Hewlêr û Nashvilleê.

Freddie O'Connell ji Kurdistan24ê re ragihand, di demên borî de pêwendiyên Hewlêr û Nashville nefermî bûn, lê belê îmzekirina rêkeftina destexwişkiyê, dibe sedema fermîbûna pêwendiyan û zêdebûna geştkirin û danûstandina ezmûnê di navbera Hewlêr û Nashville de.

O'Connell diyar kir, girîngiyeke mezin a revenda Kurd ji bo bajarê Nashville heye û dikarin gelek tiştan ji bo bajêr bikin û got: “Di çend mehên borî de, li encûmena bajêr, me pêşwazî li Parêzgarê Hewlêrê û şanda pê re kir, ew jî wek destpêka avakirina pêwendiyên me yên fermî bû, di çend rojên borî de me karên xwe temam kir.”

Herwiha ragihand: “Serdana Parêzgarê Hewlêrê bo vê derê, nîşaneya hebûna revenda girîng a Kurdî li Nashvilleê, bo demeke dûr û dirêj, pêwendiyên Hewlêr û Nashville bihêz û nefermî bûn, lê belê ev pêngav hêz û fermîbûn dide pêwendiyên van du bajaran.”