ÎHD: Şert û mercên li girtîgehan dibin sedema têkçûna tendirustiya girtiyan

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Diyarbekirê, raporên ku li ser girtîgehên tîpa F û girtîgehên ku wek Girtîgehên Ewlekarî tên pênasekirin ji bo raya giştî ragihandin.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Diyarbekirê, raporên ku li ser girtîgehên tîpa F û girtîgehên ku wek Girtîgehên Ewlekarî tên pênasekirin ji bo raya giştî ragihandin.

Berdevka Komisyona Girtîgehan ya IHDê Nûray Çevîrmen daxuyand ku li girtîgehan, mafên girtiyan yên destûrî tên binpêkirin û di encamê de jî saxlamî û derûniya girtiyan di bin metirsiyan de ye.

Di raporê de hat daxuyandin ku rojane tenê demjimêrek mafê ku girtî derbikevin hewşê tê dayîn, girtî tenê û bêy ku bi tu kesî re temas bikin di şaneyan de tên girtin û pêkutî li ser wan berdewam tên kirin. Dîsa hat ragihandin ku destava girtiyan jî di jûra ku lê dimînin de ye û ev jî dibe sedem ku nexweşîn peyda bibin.

Serokê ÎHD a Diyarbekirê Ercan Yilmaz jî da zanîn ku girtî jixwe ji azadiya xwe hatine bêparkirin û divê li girtîgehan careke din neyên cezakirin. Yilmaz bang û daxwaz kir ku rayedar ji bo ku tenduristiya laşî û derûnî ya girtîyan bê parastin, mafên girtiyan dabîn bikin û êdî li girtîgehan êşkence û kiryarên xirab neyên kirin.