Erdogan: Yekîtiya Ewropa hewl dide xwe ji Tirkiyê xilas bike

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê ragihand, Swêd pabendî sozên xwe nabe, divê her kes rêzê li biryara parlamentoya wan a li ser endametiya Swêdê bo NATOyê bigre. Herwiha Erdogan rexne li Yekîtiya Ewropayê girt û got, eger pêwîst bike ew dikarin dev ji rêya Yekîtiya Ewropayê berdin.

Erdogan berî serdana xwe ya bo New Yorkê, li ser pêvajoya du endamtiyan, pêvajoya endamtiya Swêdê bo NATOyê û pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê bo Yekîtiya Ewropayê du daxuyaniyên tund dan.

Erdogan di wê baweriyê de ye ku Swêd pabendê sozên xwe yên di derheqê PKKê de dane Tirkiyê nebûye û divê her kes jî rêzê li biryara parlamentoya Tirkiyê ya di derheqê endamtiya Swêdê de bigire.

Erdogan di berdewamiya daxuyaniya xwe de tîrên rexneyên xwe birin ser Yekîtiya Ewropayê û nerazîbûn li dijî rapora ku li ser Tirkiyê hatibû nivîsîn, nîşan da.

Erdogan got: “Yekîtiya Ewropa hewl dide xwe ji Tirkiyeyê xilas bike. Em ê li beramber van hewl û gavan, nirxandina xwe bikin. Piştî van nirxandinan, eger pêwîst bike, em dikarin riya xwe ji Yekîtiya Ewropayê cûda bikin.”

Piştî van daxuyaniyan ev pirs di bîra mirovî de çêdibe, gelo Tirkiye di pêwendiyên xwe yên digel welatên rojavayî de vedigere li ser wê siyaseta xwe ya aloz a berî hilbijartinan?

Lewra piştî hilbijartinan, Erdogan glopa kesk bo endamtiya Swêdê bo NATOyê pêxistibû û piştgiriya endamtiya Ukraynayê jî kiribû. Ev her du gav, Tirkiyê dûrî Rûsya û nêzikê Amerîka û Ewropayê kiribû. Lê rapora Yekîtiya Ewropayê ya di derheqê mafên mirovan û azadiyan de, rexneyên giran li Tirkiyê hatin girtin, careke din jî Enqere nerazî kiribû. Erdogan piştî civîna G20ê jî nekarîbû bi Serokê Amerîka Joe Biden re hevdîtin bike û piştî wê civînê jî daxuyaniyên neyînî bo endamtiya Swêdê dabû.