Welatiyên Girkê Legê li dijî bihakirina nirxê mazotê dest bi grevê kirin

Dîmenek ji gerva li Girgê Legê
Dîmenek ji gerva li Girgê Legê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarokê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê li dijî bilindbûna nirxê mazotê, xelk ketine grevê û dikan hatine girtin

Nûçeya zêdekirina nirxê mazotê li Rojavayê Kurdistanê, bû sedema nerazîbûneke giştî ya berfireh, ku nirx bi rêjeya ji %250 - %425 hat bilindkirin, bêyî ku biryareke fermî ji Desteya sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser ve hebe.

Di vê çarçoveyê de çalakvanên medyaya civakî bi haştagên “Na ji biryara bilindkirina sotemeniyê re” û “Na ji xeniqandina gel re” belav kirin û ev biryar şermezar kirin û ji Rêveberiya Xweser xwestine biryara bilindkirina sotemeniyê hilweşîne.

Buhayê lîtreyeke mazotê ya ku ji bo wesayîtên ku bi kartên taybet tê firotan ji 545 lîreyên Sûrî bo 2300 lîreyan hat bilindkirin ku her deh rojan carekê mafê her wesayitekê 50 lîtreyê dagire. Di heman demê de nirxê mazota li bazara reş ji 1700 lîreyê, derket 4600 lîreyên Sûrî.

Piştî ku ev bihabûn hat cîbicîkirin, xelkê bajarokê Girkê Legê li dijî vê biryarê dest bi greveke giştî kirin û dikanên bajêr jî hatin girtin.

Herwiha gelek westgehên sotemeniyê li herêmên cuda yên Rojavayê Kurdistanê jî firotana sotemeniyê rawestandin.

Girkê legê
Dîmenek ji gerva li Girgê Legê
Girkê legê
Dîmenek ji gerva li Girgê Legê