Serok Barzanî: Rola yekalîker a zanayên mezin ên Kurd ên Îslamê di bihêzkirina niştimanperwerî de heye

Hewlêr (K24) - Bi helkefta derbasbûna pêncih û sê sal li ser damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê, peyameke pîrozbahiyê arastetî ofîsa cîbicîkar û Encûmena Navendî ya Yekîtiya Zanayan û hemû mamosteyên ola pîroz a Îslamê yên li Kurdistanê dike.

Roja Pêncşemê 21ê Îlona 2023an, Serok Barzanî peyamek belav kir û tê de hatiye: “Armanca serekiya damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê ji aliyê Barzaniyê Nemir li 21ê Eylûla 1970 dûpatkirina rola mamostayên olî li şoreş û xebata gelê me û kûrkirina bingehên dîndarî û xwedanasî û pêkvejiyana gelê Kurdistanê bû.”

Serok Barzanî destnîşan kir, Bi dirêjahiya dîroka gelê me mamosta û zanayên mezin ên Kurdî yên ola Îslam rola wê ya yek alîker ya li bihêzkirina niştimanperwerî û qebûlnekirina sîtemkarî û rêgirtina li hizra tundî û mezhebî da hebûye.

Di peyama Serok Barzanî de hatiye diyarkirin: “Ew çaverêyiye ji zana û mamostayên olî heye ku wekî herdem li wê rola xwe ya pîroz da berdewam bin û rênîşanderê me hemû aliyek bin. Li salvegera wê helkefta dîrokî de hêviya serkeftinê ji bo Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê û hemû mamostayên birêz dixwazim û spasî keda wan ya li erkê wan yê pîroz de dikim.”

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta derbasbûna pêncih û sê sal li ser damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê pîrozbahiyeke germ li Serok û Endamên Mekteba Tenfîzî û Encûmena Navendiya Yekîtiya Zanayan û hemû mamostayên ola pîroza Îslam li Kurdistanê dikim.

Armanca serekiya damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê ji aliyê Barzaniyê Nemir li 21ê Eylûla 1970 dûpatkirina rola mamostayên olî li şoreş û xebata gelê me û kûrkirina bingehên dîndarî û xwedanasî û pêkvejiyana gelê Kurdistanê bû. Bi dirêjahiya dîroka gelê me mamosta û zanayên mezin ên Kurdî yên ola Îslam rola wê ya yek alîker ya li bihêzkirina niştimanperwerî û qebûlnekirina sîtemkarî û rêgirtina li hizra tundî û mezhebî da hebûye.

Ew çaverêyiye ji zana û mamostayên olî heye ku wekî herdem li wê rola xwe ya pîroz da berdewam bin û rênîşanderê me hemû aliyek bin. Li salvegera wê helkefta dîrokî de hêviya serkeftinê ji bo Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê û hemû mamostayên birêz dixwazim û spasî keda wan ya li erkê wan yê pîroz de dikim.

Xwedayê mezin pişt û penaya me hemû aliyek bê.

Mesûd Barzanî

21ê Eylûla 2023an