Biro: Herêma Kurdistanê bi berdewam alîkariya Rojavayê Kurdistanê kiriye

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Komîta Pêwendiyên Derve yên ENKSê Îbrahîm Biro derbarê hevdîtina şanda ENKSê ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de ragihand, “Herêma Kurdistanê di hemû zehmetî û tengaviyên Rojavayê Kurdistanê piştgirî û alîkarî pêşkêşî Rojavayê Kurdistanê kiriye.”

Îbrahîm Biro derbarê naveroka civîna ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî de ji K24ê re got: “Di civînê de rewşa siyasî ya Sûriyê bi giştî û rewşa Rojavayê Kurdistanê bi taybetî û derfetên dîtina çareseriyeke siyasî û aştiyane bo tevahiya Sûriyê hat gotûbêjkirin.”

Got jî: “Her di vê derbarê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e çareseriyeke siyasî ya aştiyane bê dîtin, ku mafên gelê Kurd yên netewî di destûra wê de parastî bin.”

Biro amaje bi wê yekê kir, hejmarek mezin Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê dimînin, wan jî hin daxwazên xelkê yên ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihandin Serokwezîr Mesrûr Barzanî, da ku hinek alîkarî bi xelkê re bê kirin.

Biro amaje bi giringiya rola Herêma Kurdistanê kir û got: “Herêma Kurdistanê ji bo Rojavayê Kurdistanê gelekî giring e ku ew ne aliyekî şerê li navxweyê Sûriyê ye. Herêma Kurdistanê deriyekî sereke ji şandên navdewletî re ye. Ji aliyekî din ve, Herêma Kurdistanê ji destpêka krîza Sûriyê ve, li kêleka gelê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê rawestiya û alîkariya wan kiriye.”

Herwiha Biro got: “Serok Barzanî her ji destpêkê ve pêşwazî li partiyên Kurdî kir û rê ji bo danûstandinên Kurdî-Kurdî kir û serperiştiya çend rêkeftinên Kurdî-Kurdî kir ji bo ku bikarin mafên Kurdan biparêzin, lê mixabin aliyê PYDê piştî ku vedigeriya Rojava, ew rêkeftin piştguh dikirin. Lê her hêviyên gelê Rojavayê Kurdistanê ji Herêma Kurdistanê qut nebûye.”

Diyar kir jî: “Herêma Kurdistanê di hemû zehmetî û tengaviyên Rojavayê Kurdistanê piştgirî û alîkar jê re pêşkêş dikin, tevî ku îdareya li Rojava heye rêgirî li ber ENKSê digirt jî, lê Herêma Kurdistanê di rojên zehmet de her alîkarî bi vê îdareya PYDê re dikir, ta ku alîkarî bigihe gelê me yê li hundir.”

Li ser xwepêşandanên ku 6 roj in li Rojavayê Kurdistanê li dijî zêdekirina bihayê sotemeniyê berdewam in, endamê Pêwendiyên Derve yên ENKSê got: “Îdareya PYDê karekî gelekî xirap dike ku nanê xelkê qut dike. Rêveberiya Xweser heman siyaseta hikumeta Sûriyê li dijî welatiyan bikar tîna da ku xelk mijûlê pirsgirêkên rojane bibin û mafên din ji bîr bikin. Ji ber siyaset û kiryarên PYDê gelek kes neçar dibin ku koçber bibin. Lê xelkê me êdî nema van kiryaran qebûl dike.”