HSD serçeteyekî DAIŞê ji Hevpeymaniya Navdewletî werdigire

Ebû Helîl El-Fed’anî
Ebû Helîl El-Fed’anî

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê serçeteyekî DAIŞê desteser dike û radestî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dike.

Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, di encama hevkarî û pevguhertina dane û zanyariyan di navbera HSD û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî roja şemiya borî serçeteyê DAIŞê Ebû Helîl El-Fed’anî, li bakurê Sûriyê girt.

Diyar kir jî, HSDê terorîstê Ebû Helîl El-Fed’anî ji Hevpeymaniya Navdewletî wergirt û derbarê tawanên ku wî li dijî gelê herêmê kiriye û plansaziya operasyonên terorîstî li gelek welatan kiriye, dest bi lêpirsînê kir.

Navenda Ragihandinê ya HSDê dibêje, hêzên me tekeziyê li ser hevkariya bihêz û berdewamiya operasyonên bi hêzên Hevpeymaniya Navdewletî re li herêmê dikin, heta jinavbirina yekcarî ya şaneyên terorîst.