Ebdirihman Ebdo yekem berhema xwe ya “Helbestên Hayku” çap dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Helbestvanê ji Rojavayê Kurdistanê Ebdirihman Ebdo berhemeke nû ya helbestên Hayku bi navê “Qêrînek Perçebûyî” çap kir.

Pirtûka “Qêrînek Perçebûyî” berhema yekem a nivîskar Ebdirihman Ebdo ye, ji 366 helbestên Hayku pêk tê û ji aliyê Weşanxaneya Eyqone ve hatiye çapkirin.

Helbestvan Ebdirihman Ebdo li ser vê berhema xwe ji K24ê re got: “Di vê berhema de min xwest vê curehelbestê bi awayekî rasterast têxim nav wêjeya kurdî. Di naveroka pirtûkê de (366) helbest hene, hin ji wan bi awayekî kilasîk û nûjen hatine nivîsandin. Mijarên helbestan jî cuda ne, wekî koçberî, tenêtî, rewşên şer û evînê ...hwd.”

Ebdirihman Ebdo li ser vê cureya helbestê got: “Hayku di bingeh de cure helbesteke Japonî ye, di sedsalên navîn de derket û bipêş ket li ser destê Rahîbên Bûdizmê mîna Matso Beşo û Îsa Kobaşî. Ev helbest bi rêya wergerê ji hêla Misyonêrên Rojavayî ve hatin wergerandin û bû curehelbesteke cîhanî. Ev curehelbest niha bûye cîhanî bi hemû zimanên cîhanê tê nivîsandin. Zimanê kurdî jî ne kêmtirî zimanên din e û dikare hemû curehelbestan bigire nav xwe.”

Ebdirihman Ebdo sala 1977'an li Efrînê jidayik bûye, xwendina seretayî û navîn li gund û amadehî li bajarê Helebê qedand. Wî ji dema xwendinê ve kurtehelbest û bîranînan dinivîsandin. Ji sala 1998'an ve dest bi nivîsandina bi zimenê dayîkê kiriye. Di sala 2017'an de jî dest bi nivîsandina helbestên Hayku kiriye.

Hin helbestên Hayku yên Ebdirihman Ebdo:

1-

Bangeke perçebûyî,

Biçûkek diqêre

Ka welatê min

 

2-

Li ser gir,

Dike bikeve

Heyva îşev

 

3-

Gulên Lêmûnê,

Ne tirş in

Mejehinguv dibêje!

 

4-

Şaxekî şikestî

Dimilmile

Zarokekî sêwî

 

5-

Topên çepraz

Dîwarê kon diheje;

Vedenga teqînê

 

6-

Bi xelekî

Li riwê asîmên digerin

Refê Qulingan

 

7-

Çûkan bar kir,

Kund dixwîne

Xaniyekî vala

 

8-

Dibistana gund

Bêdeng maye

Sîtavan jî bar kir

 

9-

Koçber in

Dûrî hembêza dayîkên xwe

Pelên zer

 

10-

Şer e

Ji kevirên reş diherike

Xwîna sor