Encûmena Asayîşa Tirkiyê şer li dijî PKKê û pêşhatên navçe û navdewletî gotûbêj dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Asayîşa Netewî ya Tirkiyê îro dicive û di civînê de şerê li dijî PKKê û bûyer û pêşhatên navçeyê û navdewletî gotûbêj dike.

Encûmena Asayîşa Netewî ya Tirkiyê piştî navbereke nêzî 2 mehan, îro bi serpiriştiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan de dicive.

Li gor zanyariyan, di civînê de dê operasyonên arteşa Tirkiyê yên li dijî PKK û YPGê û bûyer û pêşhatên navçeyê û navdewletî werin gotûbêjkirin.

Tê payîn ku operasyona Azerbaycanê li Qerebaxê û geşedanên li herêmê di civîna Encûmena Asayîşa Netewî de bên nirxandin.

Herwiha peymana dexlûdanê, şerê Rûsyayê û Ukraynayê û şerê li herêma Qerebaxê jî rojevên din ên civînê ne.

Endamên Encûmena Asayişa Netewî, ji Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz, Wezîrê Dadê Yilmaz Tunc, Wezîrê Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Navxwe Alî Yerlîkaya, Wezîrê Berevaniyê Yaşar Guler, Sererkan û Fermandarên hêzên bejahî, deryayî û asmanî pêk tê.