Dîbîstana Keçikên Suryanî ya dîrokî dê bibe navenda çanda bajêrê Diyarbekirê

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Her avahiyeke li nav Sûrên Diyarbekirê xwedî dîrok û çîrokên cuda ne û ew avahiyên dîrokî ji aliyê xêrxwazan ve tên nûjenkirin û dikevin xizmeta civakê. Weqfa Çand û Hevkariyê ya Diyarbekirê (DÎTAV) jî, avahiyeke ku bi hezaran sal berê wek dibîstana keçikên Suryanî hatiye çêkirin, nûjenkirine û dê êdî ji bo xizmetên çandî bibe navendekî.

Vê avahiya ku di nav 2 salên dawî de hatiye nûjenkirin, dîroka wê heta 1600 sal berê diçe û di destpêkê de ji bo xwendina keçikên Sûryan hatiye çêkirin. Avahiya ku bi beşdariya nûnerên baweriyên cuda, partiyên siyasî, saziyên sivîl, hunermend, nivîskar û rewşembîran vekirina wê hat kirin, dê êdî ji bo çandên li Diyarebkirê bê bikaranîn.

Wezîrê Berê yê Cotkarî û Ajalvaniyê û Parlamenterê AK-Partî Mehdî Eker ji K24ê re got: “Di çêbûyîna çanda vî bajarî de, gelek kewm û bawerî hene. Çi Misilman, çi jî Suryan û Ermen, gişt bihevre vî bajarî avakirine û bi hezaran salan pêkve jiyane. Îro ev avahî dîsa hatiye nûjenkirin û sazkirin û dê bikeve xizmeta çanda Diyarbekirê. Herkesê ku wek madî û manewî keda wan têde heye, xwedê ji wan razî be.”

Metropolîtê Suryan yê Mêrdîn û Diyarbkirê Salîba Ozmen dibêje: “Ev avahî milkê Weqfa Dayîka Meryem e. Lê di rewşeke gelek xirabdabû û destên wan xweşbe, rêvebirên DÎTAVê hatin û xwestin vê derê bikin ciyekî ku pêkhateyên çanda Diyarbekirê lê were kirin. Hêvîdarim, çand, zanist û şiyanên vî bajêrê qedîm, li vê avahiyê jînde û zindî bibin. Em jî pê kêfxweş bibin.”

Di merasîma vekirinê de kesên ku li vê avahiyê bibîranîn wan hene jî bi hêstewarî behsa wan bibîranînên xwe kirin. Marî Zorklû jî li vê avahiyê jidayîk buye û ragihand ku heta di 16 saliya xwe de wek bûk ji malê çuye jî temenê xwe li vê avahiyê derbas kiriye. Zorklû da zanîn ku niha li Emerîkayê dijî lê ji bo vekirina vê avahiyê hatiye û ji vê rewşê jî şanaz e.

Serokê Duyem yê DÎTAV’ê Şêhmûs Dîken da zanîn: “Ev cîh beriya 1600 sal berê gêlên Suryan hatine Diyarebkirê. Wan li vê derê Dêrekî çêkirine (Dêra Dayîka Meryem). Li beramberî dêrê jî mekteba (dibîstana) keçikan çêkirine. Vê derê berê dibîstana keçikanbûye. Belkî 1500 sal vê dibîstanê xizmet daye û keçik jê derçûne. Lê beriya 50-60 sal berê jî ew dibîstan bûye xirave.”

Beriya 2 sal jî ev avahî wek xirabeyekî bû, lê Weqfa Çand û Hevkariyê ya Diyarbekirê (DÎTAV) dest bi nûjenkirina wê kir û dê ji niha û pêve bikeve xizmeta çanda bajêrê Diyarbekirê.