Hevpeymaniya Navdewletî droneke artêşa Tirkiyeyê li Hesekê xiste xwarê

Drona Tirkiyeyê ya şikestî
Drona Tirkiyeyê ya şikestî

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Navdewletî droneke artêşa Tirkiyeyê li nêzîkî baregeha xwe ya li parêzgeha Hesekê xiste xwarê.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) radigihîne, Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê droneke artêşa Tirkiyeyê li nêzîkî baregeha xwe (Til Bêder) ya li parêzgeha Hesekê xiste xwarê.

Heta niha Hevpeymaniya Navdewletî derbarê vê bûyerê de ti daxuyaniyek nedaye.

Ev yek di demekê de ye, dronên Tirkiyeyê ji îro danê sibê ve navçeyên cuda ên Rojavayê Kurdistanê û baregehên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Hesekê, Heseke, Dêrikê, Amûdê û Kobanî bombebaran dikin û heta niha zêdetir ji 10 kesan hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn.

Piştî êrîşa PKKê ya 1ê li ser Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li Enqereyê, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di parlementoyê de ragihand, ewê ji şevekê nişka ve berê xwe bidin Rojavayê Kurdstanê.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan jî 4ê Cotmehê di daxuyaniyekê gefa aramckirina binesaziya Rojavayê Kurdistanê xwar û got: “Ew Ji bo hêzên me yên çekdar û îstîxbaratê, bûne armancên rewa.”

Fîdan got: “Piştî êrîşa terorîstî ya roja Yekşema borî ya Enqerê û di encama karên hêzên me yên îstixbaratî û ewlehiyê de, eşkere bû ku her du terorîstên ku ew êriş pêk anîne ji Sûriyê hatine û li Tirkiyê perwerde dîtine.”

Dron
Dron