Rêveberê SOHR: Tirkiye ji bilî navendên HSD'ê cihên sivîlan jî dike armanc

Qamişlo
Qamişlo

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) Ramî Ebdulrehman ragihand, êrîşên Tirkiyeyê yên îro li ser Rojavayê Kurdistanê bûn û Tirkiyeyê ne tenê şervanên HSDê û xalên leşkerî kirine armanc, lê belê cihên sivîlan jî û sivîl jî bûne hatine bombebarankirin. Herwiha got jî ji ber wan êrîşan, rêxistinên mirovî karên xwe li kampeke koçberan rawestandine.

Ramî Ebdulrehman ji K24ê re got: “Tirkiyeyê cihên giring li bakurê rojhelatê Sûriyeyê dike armanc, eger bixwaze cihên leşkerî bike armanc ew dikare û cihên wan diyar in, lê eger cihên sivîlan bike armanc ji bo têkdana aramiya li wê navçeyê ev dibe projeyeke terorîstî û çi peywendiya wê bi armanckirina hêzên çekdar li ser erdê ve nîne.”

Herwiha got: “Ji ber wan êrîşan hejmarek ji rêxistinanan karê xwe li kampa koçberên Serê Kaniyê rawestandin. Ne tenê şervanên HSDyê hatine kuştin, lê ji sivîlan jî hatine kuştin û karker jî hatine kuştin.”

Ramî Ebdulrehman amaje bi wê yekê jî kir, “Êrîşa Tirkiyeyê ya îro berfireh e. Hevpeymaniya navdewletî jî droneke Tirkiyeyê xiste xwarê, lê eger Hevpeymaniya Navdewletî cidî ba, Tirkiyeyê ev wêrekî nedikir û dest bi êrîşan nedikir.”

Ev yek di demejê de ye, îro Tirkiyeyê bi rêya dronan dest bi êrîşeka berfireh li ser navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê kiriye û baregehên leşkerî û navendên xizmetkariyê bombebaran kirine.

Piştî êrîşa PKKê ya 1ê li ser Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li Enqereyê, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di parlementoyê de ragihand, ewê ji şevekê nişka ve berê xwe bidin Rojavayê Kurdstanê.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan jî duhî 4ê Cotmehê di daxuyaniyekê gefa aramckirina binesaziya Rojavayê Kurdistanê xwaribû û gotibû: “Ew Ji bo hêzên me yên çekdar û îstîxbaratê, bûne armancên rewa.