Nêrgiz Mihemedî wekî wergira Xelata Nobela Aştiyê ji bo sala 2023ê hat destnîşankirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Nêrgiz Mihemedî ya berevanîkara li mafên mirovan û bi taybet li mafên jinan li Îranê ku niha di zindanê de ye, wekî wergira Xelata Nobela Aştiyê ji bo sala 2023ê hat destnîşankirin.

Seroka Lijneya Diyarkirina Xelata Nobela Aştiyê li Nerwîjê Birît Rays Anderson, ragehand, ji ber çalakiyên Nêrgiz Mihemedî di warê mafên mirovan û taybet mafên jinan de û tekezkirina li ser azadiya wan jinên ku li Îranê stem lê hatiye kirin, wan biryar da ku Xelata Nobela Aştiyê ji bo sala 2023ê bidin vê jina Îranî ya çalak.

Nêrgiz Mihemedî ko niha di zindanê de ye, berdevk û cîgira Seroka Civata Tekezkerên Mafên Mirovan a Îranê ye û pêştir jî li sala 2009ê Xelata Navdewletî ya Navenda Eliksandira Langiriyê bi wê hatiye dan.

Pêştir jî Şirîn Îbadî, parêzera Îranî û çalaka mafên mirovan ku niha Seroka Civata Tekezkerên Mafên Mirovan a Îranê ye li sala 2003ê Xelata Nobela Aştiyê wergirtibû.