Mezlûm Ebdî: Dagirkeriya Tirkiyeyê herroj komkujî û tawanên şer dike

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi gotineke Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, bersiva wî dide.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro di Civîna firaksiyona partiya xwe de li ser êrîşên Îsraîlê yên li ser karta Xezzeyê axivibû û gotib: “Her şerê ku bi birîna av, elektirîk û rêyan û hilweşandina binesaziyê, perestgeh û dibistanan ve girêdayî be, komkujî jê re tê gotin”.

Mezlûm Ebdî li hejmara xwe tora civakî “X” amaje bi bi heman gotina Serokomarê Tirkiyeyê kir û wiha nivîsî: “Tiştê ku Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan gotiye: ‘Her şerê ku bi birîna av, elektirîk û rêyan û hilweşandina binesaziyê, perestgeh û dibistanan ve girêdayî be, komkujî jê re tê gotin’, Hikûmeta Erdogan jî heman tiştî li bakur-rojhilatê Sûriyê dike. Dagirkeriya Tirkiyeyê herroj komkujî û tawanên şer dike.”

Artêşa Tirkiyeyê ji roja 5ê Cotmehê ve navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê, saziyên xizmetkariyê, westgehên elektirîk û enerjiyê, navendên HSD û asayişê bombebaran dike, di encamê de jî ji bilî ziyanên canî, gelek ziyanên madî derketine û welatî bê elektirîk û av mane.