Hikûmeta Îraqê arîkariyên mirovî dişîne Kertê Xezzeyê

Dîmenekê Bbordumankirina Xezzeyê
Dîmenekê Bbordumankirina Xezzeyê

Serokwezîrê Îraqê biryar li ser şandina arîkariyên mirovî ji bo Kertê Xezzeyê da. Di eynî demê de Berdevkê Hikûmeta Îraqê amaje bi wê yekê kir ku gehandina wan arîkariyan dê bi hemahenigiya desthilatdarên Misirê be.

Îro roja Pêncşemê, 12ê Cotmeha 2023ê, Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî ragehand, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî biryar li ser şandina arîkariyên mirovî ji bo Kertê Xezzeyê da.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê herwesa amaje bi wê yekê kir, gehandina arîkariyên Îraqê ji bo Kertê Xezzeyê dê bi hemahengî û rêya desthilatdarên Misirê be.

Basim Ewadî di pareke din a gotinên xwe de behsa wê yekê kir, bi merema gehandina arîkariyan peywendî bi aliyê Misirî kiriye. Wî ron kir jî ku ew arîkarî ji pêdivîtiyên pizişkî û mirovî pêk tên, û ew bizavê dikin wan bi lez bigehînin Kertê Xezzeyê.

Li serê sibeha roja 7ê Cotmeha îsal, çekdarên Bizava Hemasê bi hevpariya Seraya Qudsê û komên din ên Filistînî re ji nişkê ve ji aliyê asmanî û bejahiyê û deryayê ve êrîşek bi navê “Tofana Eqsayê” dest pê kir û zirareke zêde ya canî û abûrî gehand Israîlê.

Paştir Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu şer li dijî Hemasê ragehand û supayê Israîlê jî dest bi operasiyona “Şûrê Hesinî” kir û balafirên wan ên şerî çend bingehekên Bizava Hemasê li Kertê Xezzeyê borduman û wêran kirin.

Ev şeş roj in ku şer, moşekbarankirin û bordumankirin di navbera çekdarên Bizava Hemasê û Israîlê de berdewam e. Hejmara kuştiyên herdu aliyan gehiştiye nêzî du hezar û 600 kesan, hejmaran birîndaran ji şeş hezar kesan boriye û bi sedan kes jî heta niha winda ne.