HSD: Hêzên me baregeha Tirkiyeyê ya li Eyn Îsayê jinav bir

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) encamên êrîşa 11ê Cotmehê ya li ser baregeha artêşa Tirkiyeyê li derdora Eyn Îsayê aşkere kir.

Navenda ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wan roja 11ê Cotmehê operasyoneke taybet li dijî artêşa Tirkiyeyê li gundewarê Eyn Îsayê kirine û baregeha Tirkiyeyê ya bi navê “Mezre'e” li heman navçeyê kirine armanc.

Diyar kir jî, Di encama êrîşê de, ew bingeh hatiye jinavbirin û hejmarek ji leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û brîndar bûne. Lê heya niha hejmara wan a rasteqîne nehatiye naskirin.

Li gor daxuyaniya HSDê, ji bilî ziyanên canî, herweha otombêleke leşkerî û tankek artêşê Tirkiyeyê ligel sîstema çavdêriyê ya wê baregehê hatine jinavbirin.

Heta niha ne medyaya Tirkiyeye, ne jî dezgehên pêwendîdar ên Tirkiyeyê, derbarê vê êrîşa HSD de ti daxuyanî nedane.

HSDê pêştir jî ragihandibû ku hêzên roja 10ê Cotmehê 2 çalakî li dijî baregehên artêşa Tirkiyeyê yên li bakurê Til Temirê kirine û di encamê de, 4 leşkerên Tirkiyê û 3 çekdarên ser bi wê ve hatine kuştin.