HSDê 4 çekdarên DAIŞ′ê li Dêrazorê girtin

HSD
HSD

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) da zanîn, hêzên wan 4 endamên DAIŞê li gundewarê başûrê Dêrazorê girtin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, yekîneyên Antî Teror bi hevkariya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî duhî 16′ê Cotmehê du operasyon li bajarokê Şihêl ê li başûrê Dêrazorê kirin.

Diyar kir jî, di encama operasyonan de, 4 çekdarên DAIŞê hatin girtin û hejamek çek, teqemenî û cebilxane hatin desteserkirin.

Da zanîn jî, wan çekdaran karê qaçaxçîtiya çekan dikirin, çek, cebilxane û mayîn digihandin şaneyên DAIŞê, da ku kiryarên terorî li dijî hêzên wan û saziyên sivîl pêk bînin û ewlehî û aramiya herêmê têk bibin.