Rêveberiya Xweser amarên êrîşên Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê aşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xwerser radigihîne, di êrişên artêşa Tirkiyeyê yên vê dawiyê de, 104 cih, avahî û navendên xizmetê hatin armanckirin, 44 kes hatin kuştin û 55 kes jî birîndar bûn.

Rêveberiya Xweser îro 18ê Cotmehê di konferanseke rojnamevaniyê de, amarên ziyanên êrişên Tirkiyên yên di navbera 5 û 9′ê Cotmehê de li ser navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê de aşkera kirin.

Hevserokê Encûmena Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telat Yûnis daxuyanî xwend û diyar kir:

- 17 sazî û cihên gazê û petrolê

- 11 cihên navendên elektirîkê

- 2 navendên avê

- 2 nexweşxane li herêma Cizîrê û Kobanê bi temamî ji xizmetê derketin.

- 48 navendên perwerdeyê hatin armanckirin û bi hezaran xwendekar bê perwerde man. Di êrişên dijî wan navendan de 2 zarok şehîd bûn, zarokek jî bi giranî birîndar bû.

- 3 saziyên pîşesaziyê li herêmên Cizîr û Kobanê ji xizmetê derketin.

- Akademiya Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir a li herêma Cizîrê ya taybet bi perwerdekirina Hêzên Ewlekariya Hundirîn, bi temamî hate wêrankirin.

Telat Yûnis got jî, bi giştî 104 cih, avahî, navendên elektirîkê, petrol û perwerdê hatine aramnckirin, hinek ji wan bi temamî wêran bûn û ji xizmetê derketin, zirarên madî di hinan de pêk hatin.

Da zanîn jî, Artêşa Tirkiyeyê ji 5 heta 9′ê Cotmehê 580 êrişên asmanî û bejahî ji Dêrikê heta bi herêma Şehbayê ya li bakurê Helebê pêk anîn.

Li gor Telat Yûnis, di ancama êrişan de: 44 kes hatin kuştin û 55 kes jî birîndar bûn, di nava wan de, zarok, endamên asayişê û şervanên HSD′ê hebûn.