Kameran Reûf di Festîvala Fîlman a Bexdayê de xelata Lîstikvanê Herî Baş wergirt

Kameran Reûf
Kameran Reûf

Navenda Nûçeyan (K24) –  4. Festîvala Şanoya Navdewletî ya Bexdayê bi beşdariya Îtalya, Almanya, Belçîka, Meksîka, Tirkiye, Misir, Cezayîr, Îmarat, Tûnis, Swêd, Qeter, Îran û çend welatên din ên Erebî birêve çû.

Xelata Lîstikvanê Herî Baş pêşkêşî hunermend û derhênerê navdar ê Kurd Kameran Reûf hat kirin, ku bi lîstika xwe ya “Şah Lear û Cadûgerên Macbeth” beşdarî festîvalê bû.

Kameran Reûf piştî wergirtina xelatê ji K24ê re got: “Hilbijartina min wek baştirîn lîstikvan ji nava şanogerên welatên di warê şanogeriyê de pêşketî, cihê dilxweşiyê ye.”

Herwiha got: “Ez wek hunermendekî şanoyê, tiştê ku ez kêfxweş kirime ew bû ku hunermendên biyanî yên beşdarî vê festîvalê bûne, sersamiya xwe ji pêşketina şanoya Kurdî re diyar kirin, ku di hemû warên teknîkî, senaryo û lîstikvaniyê de serkeftî bû.”

Festîvala Şanoya Navdewletî ya Bexdayê di 10ê Cotmehê de dest pê kir û Komîteya Nirxandinê ya Festîvalê, baştirîn berhema şanoyê pêşkêşî şanoya Emel (Hêvî) kir ku ji aliyê Dr.Cewad Esedî ve hatibû nivîsandin.

Xelata baştirîn derhêner û senaryo ji Enes Ebdulsemed re û xelata baştirîn lîstikvan jî ji lîstikvana Cezayîrî Asma Şêx re hat dîtin.