Nêçîrvan Barzanî: bizavên rizgarkirina revandiyên Êzidî dê berdewam bin

Nêçîrvan Barzanî û Nadya Murad
Nêçîrvan Barzanî û Nadya Murad

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragehand, Hindî revandiyekê Êzidî mabe, bizavên me dê ji bo rizgarkirina wan berdewam bin.

Îro roja Pêncşemê, 19ê Cotmeha 2023ê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya çalakvana Êzidî, helgira xelata Nobelê ya Aştiyê û Seroka Rêkxistina Nadyayê ya Pêşengiyê, Nadiya Murad, kir.

Li gor ragehandineka Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serok Nêçîrvan Barzanî û Nadya Murad di hevdîtinekê de li ser rewşa Êzidiyan û piroseya vegeriyana awareyên Êzidî ji kempan bo ser warê xwe li Şingalê û deverê, rolê rêkxistinên navdewletî ji bo arîkarîkirin û hevkariya Êzidiyan û merasîmên doh ên vekirina monumenta qurbaniyên Êzidiyan li Şingalê axivîn.

Herdu aliyan tekez li ser giringiya hebûna aramî û seqamgîriya deverên Êzidiyan kir ji bo ku awareyên Êzidî vegerin cihên xwe. Herwesa wan behsa astengên di rêya civaka Êzidiyan de û çawaniya arîkarîkirina wan kir û spasiya wan welatan kir ên ku bi her rengekî arîkariya Êzidiyan dikin.

Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî, zêdebarî destxweşiyê ji bo merasîmên doh ên monumenta qurbaniyên Êzidî, tekez li ser giringiya dokumentkirina tawanên DAIŞê li beranberî Êzidiyan û bizavên rêgirtinê li dubarebûna wan tawanan kir.